Esed ber bi Çînê ve direve – Gîvara ŞÊX NÛR

Esed ber bi Çînê ve direve – Gîvara ŞÊX NÛR
22 îlon 2023   03:41

Li gorî raporên rojavayî, serdana Beşar Esed ji Çînê re ji bo pêngaveke nû di têkiliyên dualî de pêngavek e, bi taybet Pekîn girîngiyê dide geşkirin û amadebûna xwe li herêma Rojhilata Navîn. Ew yek di çarçoveya hevrikiya wê bi DYA′yê re ye. Medyayên dîjîtal ên bi ser hikumeta Şamê ve jî got armanca vê serdanê aborî ye û bi jinûve tamîrkirina welat ve girêdayî ye.

Li ser paşxaneya serdanê, Esed tevî Asma El Exres berê xwe da Çînê. Armanca serdanê daxmayeke fermî bide, mîna beriya krîza Sûriyeyê û naveroka wê peyamek e ku rewşa Sûriyeyê ya beriya 2011′an e.

Li aliyekî din, armanca vê serdanê ku ji 2004′an ve serdana yekemîn e, reva ji zextên Rûsya û Îranê ku hewl didin normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de pêk were. Ji Esed bi israr e ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê vekişe û şertê wî ya bingehîn a normalîzekirinê bi dostê berê re ye. Erdogan jî vî şertî red dike û bi ′ne mentiqî′ bi nav dike. Ew jî rêveçûna Rûsyayê di vê yekê de bi bin dixe. Îsrara Rûsyayê ya di vê yekê de jî şîrove dike ku dixwaze dewleta Tirk ber bi xwe ve bikişîne û Amerîka tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê bihêle, her wiha daxwazeke Rûsya-Îran-Tirkî heye ku Amerîka ji Sûriyeyê derxin û her kes li gorî berjewendiyên xwe tev digere.

Sedemeke din a îsrara Rûsyayê ew e ku Moskov bi daneheva bandorên şerê li Ukrayna mijûl e, li gel cezayên rojavayê ji aliyekê ve û westana wê ya aboriyê ji ber girîngîdayîna wê di aliyê şer de ji aliyekî din ve. Ger şer dewam kir, dê pê diviya Rûsyayê bi alîkariyeke darayî di pêşerojeke nêz de hebe mîna Sûriyeyê. Redkirina Esed ya lihevkirina bi Erdogan re û rewşa aborî ya li Rûsyayê, hişt ku Rûsya alîkariya hevalbendên xwe di hikumeta Şamê de bike. Li gorî gelek raporan Rûsya gelek caran bi taybet di vê dawiyê de red kir ku alîkariya hikumeta Şamê bike.

Her wiha, Îran jî ji ber rewşa wê ya aborî nikare tu alîkariyê pêşkêş bike, di heman wextî de Îran alîkariya leşkerî ne ji bo xatirê hikumeta Şamê, lê ji bo ku kartên zextê li dijî rikberên wê yên herêmî (Erebistana Siûdî û Tirkiye) û navneteweyî (Amerîka) bi dest bixe, pêşkêş dike.

Berî ku Esed serdana Çînê bike û piştî Tehran û Moskovê ve red kir alîkariya darayê ya hikumeta Şamê bike, hikumeta Şamê berê xwe dabû dewletên ereban (Erebistana Siûdî, Mîrnişîna Erebî (Îmarat), Misir û Urdun) ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011'an de nakokiyên wê bi van dewletan re hebûn. Dewletên ereban ji bo pêşkêşkirina alîkariya madî mercên xwe danîn, wek rawestandina çêkirin û qaçaqcitiya madeyên hişbirê li Sûriyeyê, kêmkirina hejmara çekdarên "biyanî" yên li ser xaka Sûriyeyê, berdana girtiyan û peydakirina atmosfereke beş ji bo vegera penaberên Sûriyeyê.

Esed wiha texmîn dikir ku reva wî ji Rûsya û Îranê ber bi dewletên ereban ve dê jê re bibe çareserî, lê ev yek rewş aloztir kir, êdî bi ser daxwazên Rûsya û Îranê daxwazên dewletên ereban jî çêbûn, bê guman reva wî ber bi Çînê ve jî hewldaneke nû ya reva ji vê zextê ye, nexasim ku di aliyê ji nû ve avakirina Sûriyeyê de. Rûsya û Îran ji ber cezayên li ser wan û derfetên wan ên kêm li gor Çînê, nikarin vê yekê pêk bînin.

(mh)