ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2023
21 îlon 2023   23:00

Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina asta têkoşînê erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên ji Efrînê diyar kir ku ew ê bi hevgirtina gelan dagirkeran têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyên bajarê Qamişloyê hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, ev tevkarî derveyî çand û nirxên gelê Kurdistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye. Her wiha gotin ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan dê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şerê li Nagurnî Qerebaxê ji çend mehan ve rawestiyabû, dîsa dest pê kir. Piştî ku Ermenistanê got ew dixwaze xwe nêzî rojava bike, Rûsya helwesta xwe ji şer zelal nekir. Ev nîşan dide ku ev şer li gel hevrikiya di navbera Moskov û dewletên rojava de dê dirêj bike. Gelo paşperdeya vî şerî çi ye?

Li gorî raporên rojavayî, serdana Beşar Esed ji Çînê re ji bo pêngaveke nû di têkiliyên dualî de pêngavek e, bi taybet Pekîn girîngiyê dide geşkirin û amadebûna xwe li herêma Rojhilata Navîn. Ew yek di çarçoveya hevrikiya wê bi DYA′yê re ye. Medyayên dîjîtal ên bi ser hikumeta Şamê ve jî got armanca vê serdanê aborî ye û bi jinûve tamîrkirina welat ve girêdayî ye.

ANHA