​​​​​​​′Têkoşîna li dijî tecrîdê erkekî exlaqî, mirovî û nîştîmanî ye′

Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina asta têkoşînê erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ye.

​​​​​​​′Têkoşîna li dijî tecrîdê erkekî exlaqî, mirovî û nîştîmanî ye′
22 îlon 2023   02:37

Rêber Abdullah Ocalan ji Sibata 1999'an de li girtîgeha Îmraliyê hatiye ragirtin û ji Adara 2021'an de ve agahî jê nayên girtin. Tevî çalakiyên rojane yên şermezarkirina tecrîdê û bangên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker di aliyê qanûnî û mafên mirovan de, dîsa jî dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike û rê nade malbat û parêzer wî bibînin.

Endamên Meclisa Rûspiyan a bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurdistanê vejand. Rûspiyan soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidêi destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe û îradeya wî û ya gelên azadîxwaz têk bibe û got: "Siyaseta tecrîda berdewama komploya sala 1999'an a  li dijî gelê Kurdistanê ye."

Cidêi destnîşan kir ku têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkekî exlaqî, mirovî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê û gelên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in e got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên bindest ji pergalên dîktator û faşîst e.

ARMANCA TECRÎDÊ RÊGIRTINA LI BER PÊŞKETINA FIKRÊ DEMOKRATÎK E

Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Omer Yûsif jî anî ziman ku armanca tecrîdê rêgirtina li ber pêşketina fikrê demokratîk e û got: ′′Lê belê ev armanc wê pêk neyê, ji ber ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di mejiyê bi mîlyonan kesên li cîhanê de bi cih bûye."

Endamê meclisê Ebdulcebar Tey destnîşan kir ku ji bo têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîn û xebatên bidomînin û serî ji dewleta Tirk a dagirker re netewînin.

Ebdulcebar Tey diyar kir ku heta xwediyê çareseriyê girtî be wê pirsgirêkên asêmayî yên gelan çareser nebin.

 (mh/bb)

ANHA