Du rojan de çi bû?

Li hemberî bombebaranên dewleta Tirk a dagiker, gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, parçeyên din ên Kurdistanê, Kurd û dostên wan ên li welatên din ev du rojin li ser piyan e. Her wiha partî, rêxistin, sazî, rewşenbîr û parlamenter nerazîbûnê nîşan didin û bang dikin. Lê balkêş e ku hêzên navnetewî yên ku qada hewayî di destê wan de ye, bêdeng in.

Du rojan de çi bû?
21 mijdar, 2022   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 20’ê Mijdara 2022’yan (şeva 19-20’ê mehê) herêmên Şehba, Kobanê, Girê Sipî, Zirgan, Dirbêsiyê û Dêrikê bombebaran kirin. Di êrîşên komkujiyê de 11 welatî ku yek jı wan nûçegihanê ajansa me İsam Hesen Ebdullah e, 2 nobedarên istasyona ceyranê aû şervanekî QSD’ê şehîd bûn. 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî ragihand ku di êrişên dagirkeriya Tirk ên li herêma Şehba û Efrînê de 5 şervanên wan şehîd bûne, 2 welatî jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya HRE di heman êrîşan de baregehên hêzên hikûmeta Şamê jî hedef hatin girtin û di encamê de zêdetirî 20 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

HIKÛMETA ŞAMÊ BÊDENG MA

Balafirên dewleta Tirk gelek bendên hêzên hikûmeta Şamê yên ku di sala 2019`an de cara yekem li Kobanê, Şehpa û gundewarên Girê Spî ava kiribûn bombebar kirin. Di bombebaranan de gelek windahiyên wan çêbûn, lê heya niha ji aliyê hikûmeta Şamê ve tu helwest nehatiye nişandan. Ragihandina fermî ya hikûmetê jî tenê nûçeyek wekî, “hinek leşkerên me hatin kuştin” da.

QADA HEWAYÎ DI KONTROLA RUSYA Û KOALÎSYONA NAVNETEWÎ DE YE LÊ…

Qada hewayî ya herêmên hatine bombebarankirin, di bin kontrola Rusya û Koalîsyona Navnetewî de ye. Her wiha baregehên van hêzan li wan herêman hene. Heta sala 2019’an qada hewayî ya Efrîn û Şehba di kontrola Rusya de bû.  Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, qada hewayî ya ji Girê Spî heya Kobanê û Minbicê jî ket bin kontrola Rusyayê. Qada hewayî ya herêma Cizîrê jî di kontrola Koalîsyona Navneteweyî de ye. Di navbera Rûsya û Amerîkayê de lihevkirinek ji bo erd û asîmanê heye ku bi awayekî leşkerî neyên beramberî hev. Ji ber wê jî balafirên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê bi agahdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya dikarin bigerin. Lê heta niha tu helwestek ji van hêzan nehatiye. Lewma hêrsa gelên herêmê li hemberî van hêzan jî mezin dibe.

KURDISTAN LI SER PIYAN E

Bi êrîşên dawî re, li çar perçeyên Kurdistanê partî, rêxistin û saziyan êrîş şermezar kirin. Bi deh hezaran kes daketin kolanan û hêrsa xwe anî ziman. Li Heleb, Şehba, Kobanê, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Hol, Qamişlo, Dêrik hemû pêkhate ev 2 rojin li kolanan e. Her wiha partî û hêzên Suryanî jî bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşan dan. Îro jî bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyên şehîdên Dêrikê dibin.

Kurdistaniyên li cîhanê belav bûne jî li gel dostên xwe li Fransa, Îtalya, Almanya, Yûnanîstan, Îngîltere, Avusturya, Awûstûralya, Swîsre, Norwecê herikîn kolanan. Çalakiyên gelan li gelek qadên cîhanê berdewam dikin.

HELWESTÊN DI QADA SIYASÎ DE

Ji gelek sazî, partî, rêxistinên Kurdistanê bangên pêşîgirtina êrişên dagirkeriyê li hêzên nanvetewî hatin kirin. MSD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bang li hêzên navnetewî kirin ku bi erkên xwe rabin.

Cîgirê Serokê Partiya Çep a Ewropayê Nikolaj Villumsen, Serokê Delegasyona SPO ya Parlamentoya Ewropayê û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya S&D Andreas Schieder, Endama Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda, Parlamenterê Partiya Keskan a Almanya Max Lucks, Hevserokê Partiya Çep a Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan, Endamê Koma Keskan/EFA ya Parlamentoya Ewropayê François Alfonsi, Midûrê Bernameyê yê Komîteya Neteweyî ya Ermenî ya Amerîka-ANCA Alex Galitsky jî bang li NATOyê kirin ku êrîşên dagirkeriyê rawestîne.

DAXUYANIYÊN QSD, YPJ Û HRE

QSD`ê ragihand ku wê bersiva êrişan bê dayîn. Fermandariya YPJ`ê jî diyar kir ku wê “rejîma terorî” ya dewleta Tirk têk bibin. HRE jî soza bersivdayîna êrişan da.

Piştî van daxuyaniyan li dijî Baregeha artêşa Tirk a li herêma Deriyê Sînor ê Oncûpinar li bajarê Kilisê çalakiyek hate lidarxistin. Derbarê çalakiya ku hat gotin gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûne de, heta niha tu hêzan daxuyaniyek berpirsyariyê nedaye.

ANHA