Li Qamişlo û Çilaxayê çalakiyên ji bo perwerdeya bi kurdî

Xwendekarên Qamişlo û Çilaxayê çalakî organîze kirin û got heyanî daxwaza wan pêk bê ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

28 îlon, 2026   14:56
QAMIŞLO

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta bi biryarnameyekê zimanê kurdî di dibistanan de bi 3 saetan sînordar kir. Xwendekar bi rêya çalakî û xwepêşandanan nerazîbûna xwe ya li beramberî vê biryarnameyê tînin ziman û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê xwendina xwe berdewam bikin.

XWENDEKARAN NAME DA GERÎNDEYA QAMIŞLOYÊ

Xwendekarên Dibistana Şehîd Gabar û Satei El Hisrî li pêşiya avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kom bûn û daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Rojîn Mihemed ve hate xwendin û dûre name dan gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam.

Xwendekaran di nameyê de daxwaza mafên xwe yên ziman û çandî kir û polîtîkaya rejîma Baasê û sîstemên berî wê bi bîr xistin û got Kurdan ji derveyî mala xwe nikarîbû bi zimanê xwe baxivin û divê di vê pêvajoyê de ev pirsgirêk bi rêya destûr û qanûnan were çareserkirin.

Di berdewama nameyê de daxwaz kirin ku zimanê kurdî jî mîna yê erebî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê, li saziyên fermî û bi taybet li herêmên ku zêdetirî xwe Kurd in were bikaranîn, materyal bi zimanê kurdî bin, zarokên Kurd dibistan û zanîngehan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, çand û nasnameya kurdî were parastin, destek ji bo wêje, huner, çapemenî û saziyên çandî yên kurdî were dayîn.

Di dawiya nameyê de xwendekaran ji gerînendeya herêma Qamişloyê daxwaz kir ku nameya wan bigihîne aliyên têkildar.

‘BI RÊYA ZIMAN ÇAND Û DÎROK TÊ PARASTIN’

Xwendekarên Dibistana Şehîd Hisên Hacî ya seretayî ya taxa Meyselûn a Qamişloyê daxuyanî da. Rosêl Remedan û Lavîn Ferhad bi kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku netewe bi rêya ziman çand û dîroka xwe diparêzin, gelê Kurd xwedî mîraseke bi hezaran salan e.

`BILA MATERYAL BI ZIMANÊ KURDÎ BIN`

Xwendekar û mamosteyên Dibistana Hitîn û Dibistana Ehmed Miryod ên bajarê Qamişloyê ji bo zimanê kurdî daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekar Mehmûd Hisên ve bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de anî ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin û daxwaz kir ku materyal mîna berê bi zimanê kurdî bin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate ziman ku hewl tê dayîn wan ji mafên wan dûr bixin, îdeolojiya xwe li ser wan ferz bikin, ji ziman û nasnameya wan mehrûm bikin û gotin nabe zimanê kurdî sînordar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû xwendekaran kirin ku ew ji bo pêvajoyeke têkoşîna aştiyane ya firehtir amade bin da ku dengê xwe bigihînin hikûmetê û Wezareta Perwerdeyê daxwazên wan ên rewa û qanûnî pêk bîne.

`BILA WEZARET BIRYARA XWE SERERAST BIKE`

Li gundê Dêrna Axa yê Çilaxayê xwendekar û malbatên wan daxuyanî da. Daxuyanî li dibistana seretayî ya gund ji aliyê xwendekar Şîlan Omer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de gotin ji mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û Wezareta Perwerdeyê bi vê biryarê zilmê li gelê Kurd dike.

Her wiha dan zanîn ku ev biryar li dijî qanûn û mafên mirovan e, ew ne li dijî zimanan e û dixwazin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Xwendekaran ji Rêveberiya Dibistanan daxwaz kir ku dengê wan bigihînin Wezareta Perwerdeyê û rewşa xwendekaran binirxînin ev bûye 14 sal ew bi zimanê kurdî dixwînin.

Di dawiya daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku biryara xwe biguherîne û ew ji dibistanê heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin.

(np)

ANHA