Dibistana Reşîd carek din deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin
Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê Dibistana Reşîd a qonaxa amadehî ku di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de hatibû wêrankirin, ji nû ve vekir.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê dibistana Reşîd a qonaxa amadehî bi merasîmekê vekir. Nûnerên komîte, meclisê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsork axivî. Hemsork vekirina dibistanê pîroz kir û got: "Me îro dibistana amadehî ya Reşîd vekir. Ev dibistan xwedî sembola taybet li Reqayê ye. Ji vî cihî pîroz gelek heval di hemleya rizgariya Reqayê de şehîd bûn."
Hemsork wiha domand: "Ji dema ku DAIŞ′ê bajar dagir kiriye ve xwendekaran zirarek mezin dît. DAIŞ′ê dibistan dikirin navend, girtîgeh û cihê El Hesbê. Lê bi saya fedakriyên şehîdan, xizmetguzariya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê me dibistan ji nû ve vekir."
Berdevkê Dibistana Reşîd Îbrahîm El Neîmî axivî û wiha got: "Hûn bi xêr hatin dibistana Reşîd ya ku gelek nifş gihandin. Em îro ji nû ve dibistanê vedikin da ku bibe modeleke azadî, perwerde û exlaqê. Ev nirxên dibistanên me ne."
El Neîmî wiha domand: "Ev nirx û pransîbên neteweya demokratîk ku me jê zanist wergirtine. Ji ber ku ez berdevkê dibistana Reşîd im, ez bi heval û dostên xwe yên mamoste serbilind im. Ev dibistana modelek nimûne li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
Piştî axaftinan, xwendekarên Dibistana Reşîd kulîlk li beşdaran belav kirine, stran û şano pêşkêş kirin. Keç û xortên şehîdan jî stran gotin.
Dibistana Reşîd yek ji dibistanên pêşîn e ku li Reqayê hatiye avakirin, di dema serweriya DAIŞ′ê li bajêr (2014) hatibû wêrankirin.
(fr/c)
ANHA