Li Hindistan û Nepalê ji ber lehiyê zêdetirî 100 kes mirin

Ji ber baranên dijwar û lehîyên ku li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê û li Nepalê sê rojin bandora xwe didomînin, herî kêm 81 kes li Hindistanê û 27 kes jî li Nepalê mirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê bi lez berdewam dikin.

Li Hindistan û Nepalê ji ber lehiyê zêdetirî 100 kes mirin
28 îlon, 2026   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê ku li ser sînorê Nepalê ye, ji ber barana dijwar a sê rojan ji roja înî ve, herî kêm 81 kes mirin.

Baranên dijwar gelek kolan û deverên niştecihbûnê di bin avê de hiştin û gihîştina hin gundan qut kirin. Tê ragihandin ku mirin ji ber lehiyê û erdhejê û her weha hilweşîna avahiyan, şoka elektrîkê û ketina daran çêbûne.

Li gorî daneyên Desteya Kêmkirin û Rêvebirina Rîska Karesatên Neteweyî (NDRRMA), li Nepalê herî kêm 27 kes di lehî û erdhejê de mirine. Rayedaran diyar kirin ku çar kes hîn jî winda ne û herî kêm heft kes jî birîndarin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Di 26’ê Tebaxê de, lehiyek ji ber hilweşîna cemedekê li nêzî sînorê Çînê çêbû û bû sedema gelek qurbaniyan. Di encama vê bobelatê de zêdetirîn hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 5 hezar û 700 kes jî winda bûbûn.