Wezareta Pêşmerge: Vekişîna Amerîka ya ji Herêmê cihê fikarê ye

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav vê rewşa aloz û nearam a navçeyê de, bicih hiştina Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Amerîkayê ve bêyî dabînkirina sîstema parastina ezmanî, fikarên mezin çêdike. Wezaretê diyar kir ku parastina ezmanê herêmê erkê hikûmeta Iraqê ye.

Wezareta Pêşmerge: Vekişîna Amerîka ya ji Herêmê cihê fikarê ye
28 îlon, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Herêma Kurdistan û Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 30’ê Îlonê de, li gorî peymana hevpar a navbera hikûmeta federal a Iraqê, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî, pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê ji seranserî axa Iraq û Herêma Kurdistanê bi dawî dibe.

Wezareta Pêşmerge bal kişand ser hesasiya vê demê û hişyarî da ku rewşa ewlehiyê ya Iraq û Rojhilata Navîn di qonaxeke gelekî hestyar de ye; ji ber vê yekê pêdivî bi hişyariyeke mezin û biryarên siyasî yên rast heye, ji ber ku berdewambûna vê xetereyê bandorê li ser aramiya tevahiya herêmê dike.

Di dewamê de hat bîrxistin ku di dema şerê mehên borî ya navbera Amerîka û Îranê de, Herêma Kurdistanê zêdetirî sed caran rastî êrişên drone û mûşekên balîstîk hatiye. Beşek ji van êrişan rasterast li ser herêmên sivîlan ketine ku di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûne û ziyanên mezin ên madî gihîştine herêmê.Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de got: “Di rewşeke wiha krîtîk de, vekişîna Amerîkayê û hiştina Herêma Kurdistanê ya bêyî sîstema parastinê, cihê fikarên mezine. Lê wekî Wezareta Pêşmerge em radigihînin ku ezmanê Herêma Kurdistanê parçeyek ji ezmanê Iraqê ye; ji ber vê yekê erkê qanûnî û leşkerî yê hikûmeta federale ku di dema pêwîst de berpirsyariya parastina ezmanê herêmê bigire ser milê xwe.”

Her wiha Wezareta Pêşmerge ragihand ku hêzên Pêşmerge mîna ku di borî de mertalê parastina xak û gelê Kurdistanê bûn, di paşerojê de jî li hemberî her pêşveçûn û gefeke nû bi temamî amade ne û dikarin di her rewşeke nexwestî de xwe li gorî şert û mercan rûbirûyî metirsiyan bibin.

Di dawiyê hat ragihandin ku Wezareta Pêşmerge wekî parçeyek ji sîstema parastina giştî ya Iraqê, xwedî peywendiyeke destûrî û ewlehiyê ya xurte ligel artêşa Iraqê û hevkariya wan a hevpar dê her berdewam bike.