Rûsyayê baregehên çeteyan li Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê 4 herêmên bakur rojavayê Idlibê ku baregehên çeteyên′Tehrîr El Şam′ lê hene, bombebaran kirin.

Rûsyayê baregehên çeteyan li Idlibê bombebaran kirin
17 cotmeh 2023   08:42

Balafirên şer ên Rûsyayê vê berbangê 10 moşek avêtin derdora bajarokên Meret Misirîn, Hefserce, Şêx Behir û daristana bajarokê Şêx Yûsif ên li bakur rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêmên navborî hejmareke baregehên çeteyên ′Tehrîr El Şam′ hene.

(fr/c)