Li Luhanskê di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin

Di êrişa balafireke bê mirov a bi çek a Ukraynayê  ya li herêma Luhanskê ya li dijî wesayîtekê de, kesek hat kuştin.

Li Luhanskê di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin
28 îlon, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Weliyê herêma Luhanskê yê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye diyarkirin Leonid Pasechnik ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek a Ukraynayê li herêma Luhanskê ya di bin kontrola Rûsyayê de li rojhilatê Ukraynayê wesayîtek bombebaran kir.

Walî got, di encama bombebaranê de kesek hat kuştin.

Rayedarên Ukraynayê der barê bûyerê de tu agahî nedan.

(bb)