Parêzgarê Hesekê bi gerînendetiyên herêm û navçeyan re civiya 

Parêzgarê Hesekê bi gerînendetiyên herêm û navçeyên parêzgehê re rewşa jiyanî û xizmetguzarî, pêdiviyên sereke, pirsgirêk û rêbazên çareserkirinê nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê bi gerînendetiyên herêm û navçeyan re civiya 
Parêzgarê Hesekê bi gerînendetiyên herêm û navçeyan re civiya 
Parêzgarê Hesekê bi gerînendetiyên herêm û navçeyan re civiya 
28 îlon, 2026   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi gerînendetiyên herêm û navçeyên parêzgehê re civiyan. Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa xizmetguzarî û jiyanî ya tevahî bajarok, herêm û navçeyên parêzgehê pêk hat.

Gerînendetiyan rewşa herêmê, pêdiviyên wan, zehmet û pirsgirêkên rojane yên şêniyan, asta xizmetan û karê saziyên têkildar nirxandin.

Parêzgar anî ziman ku divê rewşa meydanî ya şêniyan bi domdarî were şopandin, astengî ji holê werin rakirin û tevahî destek were pêşkêşkirin. Ji bo bersivdayîna bi lez, başkirina asta xizmetên bingehîn û bicihanîna pêkdiviyên şêniyan jî bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta tevkarî û hemahengiyê di navbera Meclisa Parêzgehê û saziyên têkildar de.

(bb)