ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2026
29 îlon, 2026   02:00

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê destnîşan kir ku zimanê kurdî beşeke nasnameya wan e, dayîna 3 dersan di hefteyekê de têrê nake û tişta tê xwestin misogeriya mafê xwendekaran ê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbatên li herêma Cizîrê di demekê de ku buhayên kel û pelan bilind dibin, rastî rewşeke jiyanî ya zehmet tên, piştî bihakirina sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz ve û mûçeyên ku têra vê bihabûnê nakin, malbat ji neçarî kirîna pêdiviyên sereke jî kêm dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Parêzeran diyar kir ku gelê Kurd li ser axa xwe dijî û daxwaz kir ku zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî di destûra Sûriyeyê de bê bicihkirin û wek zimanekî fermî bê pejirandin ku di hemû saziyên dewletê de bê bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Çilaxayê jinan got hikumeta veguhêz têkildarî lêpirsînkirina bûyera şehîdkirina Sîpan, Artêş, Şahîn, Ebdulezîz û şehîdên Kobanê tu daxuyanî nedane û destnîşan kir ku ew daxwaza edaletê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya Kobanê Sara Qewas diyar kir ku ji bo vegera koçberan hewldanên wan hene, ji bo vegera bi ewle jî divê rewşeke guncaw were dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê bi armanca redkirina biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya sînordarkirina dersayîna bi zimanê kurdî li dibistanan daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe dide,  dide, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala Bazara Sûriyeyê li Parka Azadî ya Qamişloyê bi xelatkirina şîrketên beşdar bi dawî dibe, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).