Tevî êrişan serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

Tevî zext û êrişên dewletê, serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Hate ragihandin ku şeva borî 8 xwepêşander jiyana xwe ji dest dan.

Tevî êrişan serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike
21 mijdar, 2022   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re destpêkirin, tevî girtin, qetilkirin, darvekirin, tundî û îşkenceyan berdewam in.

Li gorî dîmenên di medyayên civakî hatin belavkirin duh li bajarên Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mihabad, Sine, Seqîz, Merîwan, Dêwlan, Kamyaran, Dîwandere, Pawe, Ciwanro, Kirmanşan, Îlam û Urmiye xwepêşandan berdewam bûn.

Li gorî çavkaniyên ajansên nûçeyan yên Rojhilatê Kurdistanê duh di xwepêşandanan de 8 xwepêşander li bajarên Sine, Ciwanro, Pîranşar, Merîwan û Dêwlan di encama gulebarana raste rast ya hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane.

Nasnameya xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Li bajarê Pîranşar; Karwan Qadir Şukrî û Tahîr Ezîzî

Li bajarê Ciwanro; Luqman Kakeyî, Îrfan Kakeyî û Bihadîn Weysî

Li bajarê Sine; Hisên Abid Pane

Li bajarê Merîwan; Star Rehîme

Li bajarê Dêwlan; Muhsin Niyazî

Her wiha xwepêşandan û çalakiyên xwendevanên zanîngehan jî bi heman şêweyî berdewam bûn û heta direngiya şevê li qadan bûn.

Hêjayî gotinê ye ku hêzek mezin ya hêzên rejîma Îranê li bajarên weke Mihabad, Bokan, Merîwan, û Pîranşar hatiye komkirin.

Li gorî bilançoyên xwepêşandanên 5 rojên borî, li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 30 xwepêşanderan hatine kuştin.

Li ser asta Îranê jî li bajarên weke Tehran, Bane, Esfehan, Şîraz û hinek bajarên din xwepêşandan û çalakiyên xwepêşanderan berdewam bûn. Di xwepêşandanên li bajarê Tehranê de piştgirya ji bo xwepêşanderên li Kurdistanê hat dubare kirin.

Heman demê de Melayê Sunnî Mewlewî Ebdulhemîd yê li Zahîdanê li ser rewşa bajarên Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe anî ziman û hişyarî da ku zext, tundî û kiryarên zordarên desthilatdaran wê bibe sedema berfirehbûna xwepêşandanan.

Duh Navenda Ragihandina Deshilatdariya Dadweriya Îranê ragihand ku li ser xwepêşanderek yê bajarê Tehranê cezayê darvekirinê hatiye birrîn. Di nava hefteya borî de ev kesê 6’ê ye ku cezayê darvekirinê lê tê birîn.