Malbatên şehîdan daxwaza domandina perwerdeya bi zimanê kurdî dikin

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê destnîşan kir ku zimanê kurdî beşeke nasnameya wan e, dayîna 3 dersan di hefteyekê de têrê nake û tişta tê xwestin misogeriya mafê xwendekaran ê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

Malbatên şehîdan daxwaza domandina perwerdeya bi zimanê kurdî dikin
29 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMAV MIHEMED

Têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya der barê dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê ji ajansa me re axivîn.

Ehmed Mihemed da zanîn ku zimanê kurdî zimanê şêniyên herêmê ye, mafê wan e ku bi kar bînin û ji bo wan bibe zimanê perwerdeyê, tişta ku çêdibe girêdayî mafê wan ê esasî ye û nabe tenê bi çend dersan bê sînordarkirin.

Mihemed diyar kir ku bi salan e xwendekar bi zimanê kurdî perwerde dîtiye, guhertina ziman dê bandorê li perwerdeya wan bike, tişta tê xwestin ku perwerdeya bi zimanê kurdî bidome, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo parastina wê girîng e, civaka Kurd dixwaze bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, di hundirê dibistanan û derveyî wan jî zimanê kurdî bê parastin.

Evîn El Umerî jî destnîşan kir ku dema ew behsa zimanê kurdî dikin, behsa têkoşîna bi salan dikin, zimanê kurdî bi berdêl hatiye parastin, ziman ji bo gelê Kurd ne tenê ders e, ew hebûn û nasname ye.

Evînê da zanîn ku dayîna tenê 3 dersan ne li gor daxwazên wan e, ji bo ku xwendekar karibin bi zimanê xwe yê kurdî, bixwînin û binivîsin, ew bi hacetî qadeke berfirehtir a bi zimanê kurdî ne.

Evîn El Umerî destnîşan kir ku civaka Kurd bi salane di nava rewşên zehmet de dijîn, daxwaza berfirehkirina qada perwerdeya bi zimanê kurdî ji ber salên dirêj yê girêdana bi ziman û parastina wê tê.

Evîn El Umerî diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê kurdî bi çend dersan neyê sînordarkirin, divê xwendekar mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest bixin, di heman demê de jî zimanên cuda fêr bibin.

Zekiya Derwîş jî da zanîn ku ew daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin, ew ji bo wan beşeke esasî ya jiyan û nasnameyê ye.

Zekiyayê destnîşan kir ku gelê herêmê bi salên dirêj perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dîtine, veguhastina ji bo pergaleke nû ya perwerdeyê li gorî zimaneke din, wê gelek astengiyan ji bo xwendekaran ava bike.

Zekiyayê diyar kir ku berdêlên ku li herêmê hatine dayîn ji bo parastina ziman ji tunekirinê bûn, daxwaza wan a perwerdeya zimanê kurdî nayê wateya ku ew zimanê erebî yan zimanên dîtir red dikin, ew tê wateya ku mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.

(sb)

ANHA