Di êrişa li ser Xezayê de 2 jin hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser bajarê Xeza û kampa Nisêratê de 2 jin hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser Xezayê de 2 jin hatin qetilkirin
28 îlon, 2026   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê dane dezgehên ragihandinê, di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li bajarê Xezayê de jinek hat qetilkirin û hevjînê wê birîndar bû.

Hate zanîn ku di bombebarana kampa Nisêrat a li Xezayê de jî jinek din hat qetilkirin û hin kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê li kampê çekdarek kir hedef, lê agahiyên zêdetir nedan.

(bb)

ANHA