​​​​​​​Ji bo şîna şehîdan dikan û bazar hatin girtin-HATE NÛKIRIN

Ji bo şîna şehîdên komkujiya Dêrikê û beşdarbûna merasîmê veşartina cenazeyan, li bajar û navçeyên herêma Cizîrê dikan û bazar bi temamî hatine girtin.

​​​​​​​Ji bo şîna şehîdan dikan û bazar hatin girtin-HATE NÛKIRIN
21 mijdar, 2022   09:08
QAMIŞLO

Şeva şemiyê dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Li gorî bîlançoya herî dawî ku duh ji aliyê berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate ragihandin, di encama êrişan de 14 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Tê payîn ku îro saet 11:30’an şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên 11 şehîdên komkujiya Dêrikê li Goristana Şehîd Xebat a li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo veşêrin.

Ji bo şîna şehîdan û beşdarbûna merasîma cenazeyên, li herêmê dikan û bazar hatine girtin.

(hs)

ANHA