Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn

222 şehîdên mehên Tebax û Îlonê li Qamişloyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza xwedîderketina li keda şehîdan hate dayîn.

Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 222 şehîd hatin bibîranîn
28 îlon, 2026   19:49
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo bîranîna 222 şehîdên mehên Tebax û Îlonê merasîmek li dar xist. Merasîm bi beşdariya şêniyan li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Gulistan Elî Esed axivî û bi van gotinan şehîd bi bîr anîn: “Şehîdên me rûmeta me ne. Em îro şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe li hemberî wan nû dikin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Me bi salan di bin nîrê zulm û zordariyê de jiyan. Lehengên me ku ramanên Rêber Apo esas girtin  ji bo rakirina wê zulmê canê xwe feda kir.”

Hiso da zanîn ku ew ê heya dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di dawiya merasîmê de mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser şehîdan hat pêşandan.

(f)

ANHA