Encamnameyên panela zimanê Kurdî radestî Gerînendeyê Herêma Kobanê hatin kirin

Encamname û pêşniyarên panela ``Zimanê Kurdî û dadmendiya zimanî li Sûriyeyê (nêrîneke hiqûqî, perwerdehî û olî) radestî Gerînendeya Herêma Kobanê hatin kirin.

Encamnameyên panela zimanê Kurdî radestî Gerînendeyê Herêma Kobanê hatin kirin
Encamnameyên panela zimanê Kurdî radestî Gerînendeyê Herêma Kobanê hatin kirin
Encamnameyên panela zimanê Kurdî radestî Gerînendeyê Herêma Kobanê hatin kirin
Encamnameyên panela zimanê Kurdî radestî Gerînendeyê Herêma Kobanê hatin kirin
28 îlon, 2026   13:39
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê di 21`ê Îlonê de panelek bi sernavê ‘‘Zimanê Kurdî û dadmendiya zimanî li Sûriyeyê (nêrîneke hiqûqî, perwerdehî û olî)‘‘ li dar xistibû. Di panelê de encamnameyek hatibû derxistin.

Îro şadeyek ji zanîngeha Kobanê serdana Gerînendeyê Herêma Kobanê Îbrahîm Mislim kir û encamnam û pêşniyarên panelê radestî wî kirin.

Şande ji hevseroka zanîngehê Xezna Îbrahîm, berpirsa Beşa Hînbûna Vekirî ya zanîngehê Selah Mislim, mamosteyê mafnasiyê Hesen Ebdo û cîgira Ofîsa Xizmetan ya zanîngehê Heyfa Mihemed pêk dihat.

Di dema serdanê de Gerînendeyê Herêma Kobanê Îbrahîm Mislim axivî û got: “Xwandina bi zimanê dayikê ji bo min gelekî bi nirx e , ji bo vê yekê jî ez ê serdana we û daxwazên we bighînim cihên têkildar."

Di serdanê de, gelek nîqaş li ser girîngiya ziman, bi taybet xwendina bi zimanê dayikê hatin kirin.

Li ser navê zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm hurguliyên serdanê vegot û ev agahî dan: “Me di 21‘ê Îlonê de panela ‘ Zimanê Kurdî û dadmendiya zimanî li Sûriyeyê  (Nêrîneke hiqûqê, perdwerdehî û olî )‘ li dar xist. Di panelê de der barê parastina zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan nîqaş hatin kirin. Wek Zanîngeh Kobanê û Kongreya Îslama Demokratîk me encamnameyên panelê radestî Îbrahîm Mislim kirin da ku bigihîne cihên têkildar.‘‘

Xeznê Îbrahîm destnîşan kir ku Îbrahîm Mislim soz da ku dê encamnameyên panelê bi cihên têkildar re parve bike.

(ct/bb)

ANHA