Festîvala Bazara Sûriyeyê didome

Festîvala Bazara Sûriyeyê di roja 4’emîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 60 şîrketên ji tevahî parêzgehên Sûriyeyê didome.

Festîvala Bazara Sûriyeyê didome
Festîvala Bazara Sûriyeyê didome
Festîvala Bazara Sûriyeyê didome
Festîvala Bazara Sûriyeyê didome
Festîvala Bazara Sûriyeyê didome
28 îlon, 2026   20:16
QAMIŞLO

Festîvala Bazara Sûriyeyê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 60 şîrketên ji tevahî parêzgehên Sûriyeyê di roja 4‘emîn de berdewam e.

Festîval ji bo serdanvanan derfeta naskirina berhem û kel û pelên curbicur weke xurek, cil û berg, amûrên teknolojîk û pêdiviyên malê ye.

Festîval ji hêla Kampaniya Şemal a Reklamê ve bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Parêzgeha Hesekê hatiye lidarxistin. Wê festîval heta sibe (29 Îlonê) dewam bike. Dê çalakiyên hunerî û çandî werin lidarxistin û berhemên şîrketan werin pêşandan.

(f)

ANHA