CENTCOM‘ê îdiaya fermandarekî Pasdaran derewand

CENTCOM’ê diyar kir ku daxuyaniya fermandarekî artêşa Pasdaran a Îranê ya têkildarî Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye, ne rast e û got, derbasbûna zêdetirî mîlyar varêl neftê di tengavê de îsbata vê yekê ye.

CENTCOM‘ê îdiaya fermandarekî Pasdaran derewand
28 îlon, 2026   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî daxuyaniyên fermandarekî artêşa Pasdaran a Îranê agahiyek li ser hesabê xwe yê fermî yê X‘ê parve kir.

CENTCOM’ê ragihand ku daxuyaniya fermandarekî artêşa Pasdaran a Îranê ya têkildarî Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye, ne rast e.

CENTCOM’ê daxuyand ku“Hêzên Îranê hêzeke deryayî nîne, ji ber ku Amerîka hemû têk bir. Tengava Hurmuzê ne di kontrola Îranê de ye. Berovajî derbasbûna yek milyar varêl neftê ya di du mehên borî de jî îsbata vê yekê ye.”

CENTCOM‘ê destnîşan kir ku hêzên Amerîkaya derbasbûna  zêdetirî 2 hezar keştiyên bazirganiyê di tengavê re parast.