'Bikaranîna çekên kîmyewî li ser Qadên Parastina Medya sûcekî dermirovî ye`

Endamên Kongreya Star a herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî dermirovî ye .

'Bikaranîna çekên kîmyewî li ser Qadên Parastina Medya sûcekî dermirovî ye`
30 mijdar, 2021   05:16
ŞEHBA

Ji 23`yê Meha Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dike, lê heya niha saziyên mirovî ev sûcên dewleta Tirk eşkere nekirine.

Têkildarî mijarê rêveber û endamên Kongra Star ya herêma Efrînê ji Ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/11/29/202752_ferde-bo.webp

Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo bal kişand li ser berxwedana gerîla û wiha got:" Berxwedana li Qadên Parastinê yên Medyayê dihêle ku hemû planên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK`ê bi bin bikevin. Dewleta Tirk ruxmî ku gelek çekên giran û kîmyewî bi kar tîne, lê dîsa jî nikare berxwedana Gerîlayên azadiyê rawestîne."

Ferîde Îbo diyar ku dewleta Tirk bi awayekî hovane li ser Qadên Parastinê êrişan pêk tîne, lê ruxmî wê hovîtiyê jî helwest û hewldanên rawestandina van êrişan ji aliyê rêxistinên mirovî ve tune ne.

/kr/uploads/files/2021/11/29/202806_gul-mihemed.webp

Endama Rêveberiya Kongreya Star ya herêma Efrînê Gulê Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî gerîla sûcên dermirovî pêk tîne, lê li hemberî wê gerîlayên azadiyê ji bo parastina gelê xwe têdikoşîn û berxwedaneke mezin raber dikin.

Gulê Mihemed bal kişand ser hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û wiha berdewam kir: PDK heta cenzeyên ku gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd xistine jî radestî malbatên wan nake, da ku hevkariya xwe ya bi dijmin re nîşan nede, lê her kes vê yekê dizane."

/kr/uploads/files/2021/11/29/202821_newroz-hesm.webp

Endama Kongreya Star Newroz Haşim jî têkildarî heman mijarê de wiha axivî:" Em bikaranîna çekên kîmyewî li ser Qadên Parastinê bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên ku ji bo mafên mirovan dixebitin, dikin ku bi erka xwe rabin."

Newroz Haşim di berdewama axaftina xwe de wiha got:" Dewleta Tirk di nav dewletên ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine de ye, lê ruxmî vê ew bi kar tîne, divê  dewleta Tirk û hevkarê wê PDK`ê werin cezakirin."

Newroz Haşim wiha bi dawî kir:" Ev rêxistinên mirovî û hiqûqnasên ku ew behsa parastina mirovan dikin, divê dengê xwe derxin û bikaranîna çekên qedexekirî û êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin."

ANHA