YJA Starê li Heftanînê çalakî kir

Di çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Heftanînê hatiye lidarxistin de, leşkerekî dagirker hate cezakirin.

YJA Starê li Heftanînê çalakî kir
30 mijdar, 2021   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava KJK'ê de ya, 'Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad, civaka azad e',

19'ê Mijdarê saet di 13:00 de li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Kartal ê li qada Bektoryayê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin."