Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî Pênciwênê kir

PJAK’ê ragihand ku îşev hêzên rejîma Îranê êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kirin û got; “Di êrişan de tu ziyanên canî negihiştiye hêzên me.”

Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî Pênciwênê kir
17 mijdar, 2026   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kir.

Di daxuyaniya PJAK’ê wiha hate gotin; “Di 17’ê Mijdara 2026’an de, di saet 19:30’an de hêzên rejîma îslamî ya Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kirin. Ji ber êrişên rejîmê tu ziyanên canî yên hêzên me çênebûye.”