Siyasetmedarekî ahwazî: Tifaqa Kurd-Ereb yekitiya xaka Sûriyê misoger dike

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Demokratîk  a Gel a Ahwazê Tahir Ebû Nîdal diyar kir ku tifaqa Kurd û Erebên Sûriyê yekitiya xaka Sûriyê misoger dike.

Siyasetmedarekî ahwazî: Tifaqa Kurd-Ereb yekitiya xaka Sûriyê misoger dike
30 mijdar, 2021   04:07
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Demokratîk  a Gel a Ahwazê Tahir Ebû Nîdal destnîşan kir ku ji demek dirêj ve hin gel hene li herêmê bi hev re,  bi neteweya erebî û îslamî re jiyane û li kêleka Ereban şer kirin û serkeftin pêk anîn.

Ebû Nîdal ji ANHA'yê re axivî  û got, tifaqa Kurd û Erebên sûrî, yekitiya axên Sûriye misoger dike û diyar kir ku ev tifaq baştirîn çareserî ye ku Erebên Sûriyê û Kurdên Sûriyê li ser xaka Sûriyê bi hev re bijîn.

Tahir Ebû Nîdal destnîşan kir ku Kurd ji demek dirêj ve bi aştî dijîn, aşîtiya axê û jiyana bi rûmet a di navbera zarokên dewletekî de diparêzin û bi sedên salan wiha jiyan.

(dm)

ANHA