Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Em ê helwesta xwe bidomînin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava, di serdana şandeyek ji Wezareta Perwerdehiyê ya têkildarî biryara entegrasyona zanîngehê û guhertina nav û taybetmendiya wê, de aşkera kir ku ew dê helwesta xwe li hember biryarê bidomînin.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Em ê helwesta xwe bidomînin
16 mijdar, 2026   16:18
QAMIŞLO

Îro, şandeyek ji Wezareta Perwerdehiyê û Rêveberiya Qamişloyê serdana Zanîngeha Rojava kir. Di vê serdanê de xwestin ku belgeyek bê îmzekirin ku li gorî wê Zanîngeha Rojava bibe beşek ji Zanîngeha Firatê û di vê çarçoveyê de nav û taybetmendiya wê bên guhertin. Ev serdan bi nerazîbûn û bertekên hinek xwendekaran re rû bi rû ma û di navbera xwendekaran û şandeyê de alozî derketin.

Di vê çarçoveyê de xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da. Li ser navê Zanîngeha Rojava daxuyanî ji aliyê Nesrîn Mihemed ve hat xwendin. Nêsrîn destnîşan kir ku Zanîngeha Rojava ne tenê navê saziyekê ye, lê  encama têkoşîn, ked û xebatên gelek salan e û wiha got: “Her wiha hebûn û domandina wê, nasnameya neteweyî û taybetmendiya xwe ve girêdayî ye. Em dê li hemberî her biryarekê ku taybetmendiya zanîngeha me dike armanc, helwestên xwe bidomînin û ji bo parastina nasname, ziman û hebûna Zanîngeha Rojava têkoşîna xwe bidomînin.‘‘

Nesrînê da zanîn ku parastina Zanîngeha Rojava, parastina mafê xwendinê ya bi zimanê zikmakî û mafê gelê Kurd e ku di qadên zanistî û perwerdehiyê de nasnameya xwe biparêze.