ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2026
18 mijdar, 2026   02:00

Xwendekaran xwestin zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê û deskteftiyên 14 salan ên di warê perwerdeyê de hatin bidestxistin werin parastin. Xwendekaran biryarên ku wan ji domandina perwerdeya bi kurdî dûr dixin, red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi hatina zivistanê re ji ber bihabûna sotemeniyê û madeyên esasî şênî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê dabîn bikin, şêniyên li Hesekê ji ber vê rewşê gazincan dikin û daxwaz kir ku mûçe werin zêdekirin û pêdiviyên germkirinê werin dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji Muzexaneya Kobanê ber bi hêviya vegerê ve, dayikeke koçber êş û azarên koçberiyê û hêviyên vegerê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên li Çilaxayê diyar kir ku tundiya li dijî jinan ne tenê dozeke jinan e, ew dozeke civakî û mirovahî ya giştî ye, tê xwestin ku çanda wekheviyê pêk bê, civakeke ewle û azad bê avakirin.

Şêniyên bajarê Qamişloyê got li herêma wan petrol heye lê ew ji mazotê mehrûm kirine û dê nekarin zivistanê xwe germ bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê de, panelek li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, saet 09.30‘an. Meclisa Jinan a PYD‘ê ya Dirbêsiyê jî civînekê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi armanca piştgiriya Zanîngeha Rojava daxuyaniyekê li pêşiya avahiya zanîngehê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6‘emîn di roja 6‘emîn de dewam dike, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).