Li Derayê ciwanek hat kuştin

Di gulebarandina çekdarên nenas li bajarê Dail ê Derayê de ciwanek hat kuştin.

Li Derayê ciwanek hat kuştin
17 mijdar, 2026   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas li gundewarê Derayê gule barandin, di encamê de gule li serî û singê ciwanekî ket, yekser wefat kir.

SOHR’ê anî ziman ku ciwanê hatiye kuştin ji eşîrên Siwêdayê ye û li bajarê Dail ê Derayê rûniştiye.

SOHR’ê destnîşan kir ku ji destpêka 2026’’an de 468 sûc hatine kirin, di encamê de 520 kes hatine kuştin.

(f)