Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kir

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ku nêzîkê sê salan e tu agahî jê nayê wergirtin, careke din serlêdan hat kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kir
17 cotmeh 2023   09:35

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî, ji bo dîtina miwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê tecrîdkirî ne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25’ê Adara sala 2021’ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re hefteyê du caran serlêdanê dikin; lê ne ‘erê’ ne jî ‘na’ bersiv ji bo tu serlêdanê nayê dayîn.

Di nava 12 salan de bi tenê pênc caran parêzeran karî hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Ji 7’ê Tebaxa sala 2019’an ve ku hevdîtina dawîn a parêzeran e, çar sar buhurîne