Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî

Ji Muzexaneya Kobanê ber bi hêviya vegerê ve, dayikeke koçber êş û azarên koçberiyê û hêviyên vegerê vegotin.

Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
Êşa koçberiyê; Dayikek tenê di nav kavilên de dijî
18 mijdar, 2026   05:10
KOBANÊ

‏Di cotmeha 2019'an de an ku piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran welatiyên Kurd ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê hatin koçberkirin. Piraniya van koçberan li kampên wekî Til El Semin a girêdayî Eyn Îsayê, Reqa, Tebqa û Kobanê bi cih bûn.

Li Muzexaneya Berxwedanê ya li bajarê Kobanê ku beşekî mezin ji bajar weke muze maye û ji kavil û malên wêrankirî pêk tê, hin koçberên Girê Spî dimînin.

‏Li koşeyên Muzexaneya Kobanê, ku her koşeyek wê şahidiya dîrok û berxwedanê ye, çîrokeke koçberî û êşê heye.

Dayikeke temenmezin tenê di nava dîwarên sar ên muzexaneyê de dimîne û êş û azarên giran ên jiyanê dikşîne.

`JIYANA KOÇBERIYÊ BI TENA SERÊ XWE PIR ZOR Û ZEHMET E`

‏Dayika bi navê Emîna Mihemed Xelîl bi dilekî şikestî û bi dengekî lerizî behsa rûpelên reş ên koçberiya xwe dike.

Dayika Emîna Mihemed Xelîl ku niha tenê di nava muzexaneyê de li ber xwe dide,  wiha êş û azarên xwe anîn ziman:"Tevî hemû qeyran, nexweşî û kêşeyên rojane, hêviya xwe winda nakim. Daxwaza min a herî mezin û yekane, vegera bi ewle û rûmet li ser axa xwe li Girê Spî ye. "

‏Dayika Emîne bang li hemû aliyên peywendîdar, saziyên navneteweyî û mirovî kir ku guh bidin hawara wan, da ku ev koçberiya zehemt bi dawî bibe û ew bikaribin bi aramî vegerin ser mal û milkên xwe.

(so/k)

ANHA