Îranê êrîşî Kuweyt û Bahreynê kir

Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ragihand ku bingehên Amerîkayê yên li welatên Kuweyt û Behreynê bûne hedefa wan.

Îranê êrîşî Kuweyt û Bahreynê kir
18 mijdar, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên Îranê yên li ser bingeh û tesîsên leşkerî yên Amerîkayê ku li Rojhilata Navîn in berdewam in. Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê (IRGC) bi daxuyaniyekê ragihand ku Kuweyt û Behreyn hatine armanc girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Vê sibehê dronên êrîşkar û wêrankar ên girêdayî Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bi dronên bi mebesta wêrankirinê, Patriotên parastina hewayî yên li Bingeha Elî Selîm a Kuweytê û platformên avêtina dron û mûşekan ên girêdayî ‘artêşa Amerîkayê’ armanc girtin.”

Di daxuyaniyeke din a IRGC de jî hat îdiakirin ku gelek dron rasterast û bi awayekî rast li yek ji bingehên Amerîkayê yên li Behreynê ketine û piştre agir li herêmê bilind bûye.