Medyaya erebî: Guhertinên nû dê bandorê li Lubnan û Kendavê bikin

Erka UNIFIL`ê li Lubnanê bi dawî dibe, gelo dê Lubnan di aliyê ewlehî û siyasî de çi bike? Şerê di navbera DYA û Îranê de bandorê li ewlehî û aramiya dewletên Kendavê dike.

Medyaya erebî: Guhertinên nû dê bandorê li Lubnan û Kendavê bikin
18 mijdar, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di medyaya erebî de siberoja hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên demkî yên li Lubnanê (UNIFIL) û biryara NY’yê ya 1701’an û şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de û bandora wê li ser dewletên Kendavê di rojevê de ne. 

Rojnameya El Xelîc bi sernavê "Piştî UNIFIL`ê dê kî valahiyê dagire?" gotarek weşandi. Di gotarê de bal kişand ser şîroveyên li ser mijara bidawîbûna erka UNIFIL`ê, alternatîfa wê, siberoja mayîna hêza navneteweyî ya li Lubnanê û valahiya ewlehiyê ya ku dibe çêbe.

Her wiha rojnameya El Diyar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Şehîtlî ji El Diyar re got: Pêkneanîna biryara 1701`an ji betalkirina agirbestê dest pê kir; ji bo ku aramî li başûr çêbe divê sedemên şer werin çareserkirin" weşandiye. Di nûçeyê de balê dikişîne ser sedemên ku biryara 1701’an ku pêk nehatiye û daxuyaniya lîwa Ebdulrehman Şehîtlî. Şehîtlî di daxuyaniya xwe dibêje heke tenê hêzên navneteweyî ji bo pêkneanîna biryara 1701`an berpirsyar bibînin, dê sedemên sereke yên nehişt ev biyar pêk were, neyên zanîn. Divê bi lez sedemên şerê heyî werin çareserkirin.

Rojnameya El Şerq a Lubnanê jî nêzîkatiyên DYA`yê ji siberoja biryara 1701`an û UNIFIL`ê re tîne ziman. Di rojnameyê de nûçeyek bi sernavê "DYA`yê dixwaze biryara 1701`an sererast bike, Îsraîl jî şîna UNIFIL`ê digire" hat weşandin. Di nûçeyê de helwesta Îsraîlê ya têkildarî UNIFIL`ê û daxuyaniya balyozê Îsraîlê yê li NY`yê Danny Danone ku tê de dibêje "Dema UNIFIL`ê derbas bû" tîne ziman. Her wiha di heman nûçeyê de tê gotin ku Lubnan bi biryara 1701`an ve girêdayî ye.

Bi heman mijarê ve girêdayî rojnameya El Exbar a Lubnanî gotarek bi sernavê “Çar bend dê derî li ber çareseriyê vekin" weşandiye. Di gotarê de krîza dewleta Lubnanê, têkiliyên komên siyasî û mezhebperest tîne ziman. Her wiha daxwaz dike ku parçebûyîna li Lubnanê were çareserkirin.

ŞERÊ DYA Û ÎRANÊ Û BANDORA WÊ YA LI SER EWLEHIYA KENDAVÊ

Dezgehên çapemeniyê şerê DYA û Îran û bandora wê ya li ser ewlehiya Kendavê nirxandin. Her wiha tevgera dîplomatîk a li herêmê şîrove kirin. Girîngî dane êrişên li ser Behreyn û Kiwêtê, avahî û metirsiyên li ser ewlehiya rêyan ên li herêmê.

Rojnameya El Xelîc ya Îmaratê nûçeyek bi sernavê "Dema dan û standin radiwestin dîsa DYA Îranê topbaran dike" weşand û tê de diyar kir ku dan û standinên di navbera DYA û Îranê de rawestiyane û DYA`yê Girava Qeşem bombebaran kiriye. Her wiha di nûçeyê de hatiye gotin ku her du alî hewl didin bigihêjin deskeftiyên siyasî û leşkerî.

Heman rojnameyê bal kişand ser helwesta dewletên Kendavê ya têkildarî şerê DYA û Îranê û Îmaratê êrişa Îranê ya li ser Behreynê şermezar kiriye û piştgiriya xwe ya ji bo Behreynê aniye ser ziman.

(np)