Li Sîberyayê di ketina balafireke leşkerî de 17 kes mirin

Ragihandina Rûsyayê diyar kir ku li herêma Kemerovoyê ya başûrê rojavayê Sîberyayê balafireke veguhestinê ya leşkerî ya ji cureyê An-12 ketiye xwarê, 17 kes mirin.

Li Sîberyayê di ketina balafireke leşkerî de 17 kes mirin
17 mijdar, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Izvestia ya Rûsyayê îro ragihand ku li herêma Kemerovoyê ya başûrê rojavayê Sîberyayê balafireke veguhestinê ya leşkerî ya ji cureyê An-12 ket xwarê û 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

Parêzgarê herêmê Ilya Seredyuk anî ziman ku balafirek li nêzî gundê Yagunovoyê ketiye xwarê, lê wî cureyê balafirê diyar nekir. Lê der barê hûrgiliyên bûyerê û sedemên wê de tu agahî zêdetir nehatin parvekirin.

(f)