Kongra Star piştgiriya xwe bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re anî ziman

Kongra Star tundiya li dijî xwenekarên Zanîngeha Rojava kir şermezar kir û piştgiriya xwe bi wan re anî ziman.

Kongra Star piştgiriya xwe bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re anî ziman
17 mijdar, 2026   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi daxuyaniyekê tundiya li dijî xwendekarên Zanîngeha Rojava şermezar kir û piştgiriya xwe bi bi xwendekaran re anî ziman.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em dixwazin ciwan li ser pêşeroja xwe, zimanê perwerdehiya xwe û statûya zanîngeha xwe xwedî gotin bin, ev yek mafekî wan ê herî xwezayî û rewa ye. Bersiva tund a li hemberî çalakiya aştiyane ya xwendekaran a ji bo derbirîna daxwazên xwe, ti carî nayê qebûlkirin. Destwerdana hêzên ewlehiyê ya saziyên perwerdehiyê, zextkirina li ser xwendekaran û hewldana tepeserkirina nerazîbûnên demokratîk bi rêya tunduiyê di tu mercî de nayê qebûlkirin."

Kongra Star di daxuyaniyê de banga li gel, tevgerên ciwanan, saziyên demokratîk, akademîsyen, rewşenbîr, rêxistinên xwendekaran kirin ku xwedî li daxwazên xwendekarên zanîngehê derkevin, dengê xwendekaran bilind bikin, piştgiriya xwe xurtir bikin û nîşan bidin ku ew ne tenê ne.

Kongra Star diyar kir ku "parastina xweseriya zanîngehan, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û pêşeroja azad a ciwanan, berpirsiyariyeke hevpar a me hemûyan e."

Kongra Star di dewama daxuyaniyê de  anî ziman  "Em ê li hemberî binpêkirina îradeya ciwanan, sînordarkirina mafê perwerdehiyê û tepeserkirina daxwazên demokratîk bi tundûtûjiyê, piştgiriya xwe berdewam bikin û wê mezintir bikin. Zanîngeh ne qada zextê, lê qada ramana azad, zanistê û jiyana demokratîk in."

Kongra Star îşfaya lezgîn ji xwendekarên êrişê re xwest û bang kir ku divê bûyer were ronîkirin, berpirsiyar bên hesabpirsîn û her cure tundudiya li dijî xwendekaran bi dawî bibe.

Kongra Star îşaret pê kir ku xweseriya Zanîngeha Rojava, bingeha zanistî û akademîk û saziya wê divê bên parastin û wiha domand: "Biryarên der barê pêşeroja zanîngehê de divê bi rêya îradeya xwendekaran, akademîsyenan û hemû pêkhateyên zanîngehê bên girtin, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê divê were misoger kirin, hebûna kurdî wekî zimanê perwerdehiyê were parastin, naskirina diplomayên xwendekaran û domandina bêqutî ya xwendina wan were dabînkirin. Ev mijar divê ne bi zext û ferzkirinê, lê bi rêya diyaloga dualî, danûstandinên demokratîk û lihevkirina civakî bên çareserkirin."

Li ZANÎNGEHA ROJAVA ÇI QEWIMÎ?

Duh şandeyeke hikumetê ku ji parlementer Ehmed Murad, gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hessam, gerînendeyê perwerdeyê yê parêzgeha Hesekê Ednan Birî û endamê Dosyaya Entegrasyonê Hesen Şero ve pêk tê, serdana Zanîngeha Rojava kir û bi rêveberiya zanîngehê re hevdîtin kir.

Piştî qedandina hevdîtinê û derketina şandeyê, xwendekaran bi awayekî aştiyane çalakiyeke protestokirinê li dar xist û daxwaza naskirina biryarên ku der heqê zanîngehên de hatine dayîn kir, lê şandeyê guhdarkirina xwendekaran red kir û piştre hêzên leşkerî derbasî zanîngehê bûn û ji bo ku xwendekar çalakiya xwe rawestînin gaz bi kar anîn û çend xwendekar birîndar bûn.

(bb)