Li Kobanê ji sedî 70`yê projeyên avê pêk hatine

Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê zêdetirî ji sedî zêdetirî 70 plansaziya 2023'yan qedandin û ji bo ceribandina hewza Miştenûrê di çend rojên bê de amadekariyê dike.

Li Kobanê ji sedî 70`yê projeyên avê pêk hatine
18 cotmeh 2023   06:28

Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê 23 proje xistibûn plansaziya xwe ya 2023'yan, ji wan tenê 18 proje xistine rojevê. Pêkanîna projeyan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker dereng ma.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê Mesûd Mihemed da zanîn ku Gerînendetiya Avê ya Kobanê heta niha zêdetirî ji sedî 70`yê projeyên xwe yên sereke qedandine.

Gerînendetiyê li taxên Botan Xerbî û Şehîd Ebdo yên rojavayê bajêr torên avê bi dirêjahiya 2 hezar metreyan danîn.

Li gundên Dîkmedaş û Kor Elî yên rojavayê Kobanê û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê jî torên avê hatin berfirehkirin. Li bajarokê Pêndir ê navçeya Qenayê jî torên avê hatin berfirehkirin. Her wiha li gundewarê rojhilat tora avê ya navçeya Şêran hat berfirehkirin û bîrek li gundê Cûm Elî bi hevkariya şêniyan û gerînendetiyê hat kolandin. Bîr wê di rojên bê de bikeve xizmtê.

Li gundewarê başûr jî gerînendetiyê 2 tûrbîn li ser hewzeke avê danîn ku avê bidin 5 gundên navçeya Sirînê (Raselên, Erene, Xerab, Bergîr, Kêfûn û Kirk) paşê ji bo gundê Qelet Hedîd.

Projeya herî mezin a gerînendetiyê projeya hewza avê ya li Miştenûrê ye ku îsa dest pê kir û tê payîn ku di çend rojên bê de proje bikeve qonaxa ceribandinê. Gerek bû ev proje berî çend hefteyan ketiba xizmetê lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hat paşxistin.

PROJEYÊN DEMA BÊ

Mesûd Mihemed der barê projeyên dema bê jî got, ′′2 proje li navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê hene. Avakirina depoyekî avê li gundê Şêxler û projeya Til El Ebir a navenda navçeyê ku di encama wê projeyê de dê ava vexwarinê bigihîje 54 gundan. Her wiha dê hin bîrên gundewarê rojhilat bên berfirehkirin û tora avê ya Sirînê bi dirêjiya 2 hezar metreyan bê dirêjkirin, avakirina avahiyekê ji bo Yekitiya Avê ya navçeya Şêranê li gundê Til Hacib û avakirina Yekitiya Avê ya navçeya Sirînê û berfirehkirina bi dirêjiya 6 hezar metre li navçeya Çelebiyê.′′

Mesûd Mihemed diyar kir ku ew giraniyê didin projeyên sereke wek berfirehkirina torên avê û gihandina avê ji bo gundên ku bîrên wan zuha bûne û got: "Bi dawiya salê re em ê zêdetirî ji sedî 90`ê projeyên xwe yên îsal pêk bînin."

 (mh/bb)

ANHA