Şêniyên Qamişloyê daxwaz kir ku hikumet mazotê erzan bike

Şêniyên bajarê Qamişloyê got li herêma wan petrol heye lê ew ji mazotê mehrûm kirine û dê nekarin zivistanê xwe germ bikin.

Şêniyên Qamişloyê daxwaz kir ku hikumet mazotê erzan bike
18 mijdar, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Şêniyên bajarê Qamişloyê li beramberî zivistanê ketine rewşeke bêçar e. Pereyên gelek malbatan nîn in ku mazotê bikirin û sed lître têra wan nake. 

Karmendê teqawidbûyî Luqman Xelîl got ew di meha Mijdarê de ne û hîna dilopeke mazotê di mala wan de nîn e û wiha lê zêde kir: "Her tişt biha ye, hin pêdivî nayên peydakirin. Tişta zehmettir malbatên ku zarok û îxtiyar dê te hene, nikarin wan ji sermayê biparêzin."

Xelîl tenê sed lîtreya mazotê wek çareserî nabîne û daxwaz kir ku mazot erzan bibe û were peydakirin.

Hikumetê biryar da ku her malbatek 100 lître mazotê wergire û lître bi 11 hezar û 500`î ye. Lê heyanî niha ew biryar neketiye pratîkê.

Welatiyê bi navê Xorşîd Ehmed jî got: "Bihayê bermîleke mazotê bi mûçeyê sê mehan ê karmendekî ye. Heke karmandekî bi mûçeyê xwe yê sê mehan mazotê bikire gelo dê çawa bixwe, vexwe û pêdiviyên malbata xwe pêk bîne? Gelek malbat hene derfeta wan nîne ku mazotê bikirin. Zarok û nexweş hene. Serma ne tiştekî ku derbas bibe, rojane li ser tendurûsiyê xeterî ye."

Endama Kongra Star a taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê Yusra Mihemed Şerîf got: "15 salan me têkoşîn kir da ku em bi rûmet bijîn. Lê niha em ketine rewşeke ku nikarin bermîleke mazotê bikirin. Li herêma me petrol heye lê me ji mazotê mehrûm dikin û em nikarin xwe germ bikin. Her tişt biha bûye û malbat nema dikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Jixwe bêkarî zêde bûye û mûçeyên karmendan têra wan nakin. Em daxwaz dikin ku mazotê erzan bikin û barê xelkê sivik bikin.”

(np)

ANHA