Îran: Amerîka êrişî girava Qeşmê kir

Li gorî rayedarekî Îranê, teqîna li Qeşmê êrişa Amerîkayê bû û ragihand ku di êrişê de tu zirar çênebûne.

Îran: Amerîka êrişî girava Qeşmê kir
17 mijdar, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê, Amerîkayê êrişa gireva Qeşmê ya parêzgeha Hormozganê ya başûrê Îranê kir, lê tu zirar bi deverên şêniyan an jî bazirganî yan jî binesaziyê nebûye.

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî parêzgehê diyar kir ku ji ber êrişê tu zirar bi binesaziyê û avahiyên niştecihan nebûye û der barê êrişê de Amerîkayê  tu daxuyanî nedaye.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê vê êvarî ragihandibû ku li girava Qeşmê ya beramberî tengava Hurmuzê dengê teqînekê, lê der barê sedemên teqînê û encamên wê tu agahî nedabûn.

(f)