Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir

Xwendekar û şêniyên bajarê Hesekê êrişa li dijî Zanîngeha Rojava şermezar kir û xwestin kesên êriş kirine werin muhasebekirin. Her wiha diyar kirin nabe bêyî îradeya xwendekar û mamosteyan biryar li ser zanîngehê werin ferzkirin.

Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
Gelê Hesekê êrişa li ser zanîngehê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir
17 mijdar, 2026   16:17
HESEKÊ

Şênî û xwendekarên bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrişa li ser xwendekarên Zanîngeha Rojava û  bi doza perwerdeya bi  zimanê kurdî meşek li dar xist.

Girse li pêşiya Dêra Asûriyan a bajêr kom bû ber bi qada Cûdî ve meşiya. Di meşê de pankartên "Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê min ê rewa ye", "Zimanê dayikê nasnameya min e", "Zimanê kurdî xeta sor e", "Zimanê min kurdî ye mafê min destûrî ye" û "Zimanê min rûmeta min e" hatin vekirin.  Bi doza zimanê kurdî dirûşme jî hatin berzkirin.

Meş li qada Cûdî veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre xwendekara Zanîngeha Rojava Sîlva Mamê axivî û êrişa bi gaza rondikrêj a li ser xwendekarên zanîngehê şermezar kir.

Sîlvayê got: "Em ne li dijî entegrasyonê ne, lê em li dijî hişmendiya ferzkirina biryaran li ser xwendekar û mamosteyan e. Entegrekirina zanîngehê bi vî rengî maf û daxwazên me bi taybetî  mafê zimanê perwerdeyê nade."

Sîlva di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê di dema entegrasyonê de statuya akademîk û çandî ya zanîngehê were parastin, xwendekar û mamoste jî beşdarî girtina biryarên têkilarî siberoja xwe û zanîngeha xwe bibin.

Sîlva Mamê destnîşan kir ku Zanîngeha Rojava ne hema navendeke îdarî ye, lê cihê perwerdehiyê ye ku bi xwîna şehîdan û keda gelê Kurd ava bûye.

Sîlva xwest hesab ji êrişkarên li ser xwendekarên zanîngehê were pirsîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zimanê me nasnameya me ye, zanîngeha me xeta sor e, em êrişa li ser wê qebûl nakin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA