Xwendekareke Zanîngeha Rojava ku birîndar bûbû hûrgiliyên bûyeran vegotin

Xwendekara Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Kajîn Mihemed ku duh di dema destwerdana hêzên operasyona leşkerî ya li zanîngehê de birîndar bûbû, daxwaza parastina taybetmendiyên akademîk û îdarî yê zanîngehê û misogerkirina domandina perwerdeya xwendekaran kir.

Xwendekareke Zanîngeha Rojava ku birîndar bûbû hûrgiliyên bûyeran vegotin
17 mijdar, 2026   15:35
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Duh (16 Mijdar) şandeyeke hikumetê ku ji parlementer Ehmed Murad, gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hessam, gerînendeyê perwerdeyê yê parêzgeha Hesekê Ednan Birî û endamê Dosyaya Entegrasyonê Hesen Şero ve pêk tê, serdana Zanîngeha Rojava kir û bi rêveberiya zanîngehê re hevdîtin kir.

Piştî qedandina hevdîtinê û derketina şandeyê, xwendekaran bi awayekî aştiyane çalakiyeke protestokirinê li dar xist û daxwaza naskirina biryarên ku der heqê zanîngehên de hatine dayîn kir, lê şandeyê guhdarkirina xwendekaran red kir û piştre hêzên leşkerî derbasî zanîngehê bûn û ji bo ku xwendekar çalakiya xwe rawestînin gaz bi kar anîn û çend xwendekar birîndar bûn.

Der barê mijarê de xwendekara Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Kajîn Mihemed ku destê wê di nava kombûnê de şikestibû, ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Kajînê da zanîn ew wê demê bi hevalên xwe re bû, hêzên leşkerî derbasî zanîngehê bûn, wan nizanîbû kî di nava şandeyê de ye, lê piştî naskirina şandeyê, bi armanca naskirina encamên civînê û çarenûsa zanîngehê, xwendekaran li pêşiya şandeyê çalakiyeke aştiyane organîze kir.

Kajînê diyar kir ku şandeyê dayîna daxuyanî yan zelalkirina mijarê ji bo xwendekaran red kir, ji ber vê yekê xwendekaran rê neda ku şande ji zanîngehê derkeve. Ew jî di dema destwerdana hêzên operasyona leşkerî de ji destê xwe birîndar bû.

Kajînê destnîşan kir ku mafê wan e wek xwendekar siberoja xwe ya zanîngehê nas bikin, piştî derbasbûna 10 salan ku ew di nav de bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe didît, ji bo wan zehmet e ku xwendina xwe veguherînin zimanê erebî.

Kajînê daxwaz kir ku taybetmendiyên zanîngehê yên akademîk û îdarî bên parastin, navê zanîngehê neyê guhertin.

(sb)

ANHA