Îsraîlê gundewarê Quneytrayê topbaran kir

Îsraîlê bi 3 topan zeviyên çandiniyê yên li derdora Semdaniya Şerqiye ya gundewarê Quneytrayê topbaran kir.

Îsraîlê gundewarê Quneytrayê topbaran kir
17 mijdar, 2026   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê 3 top avêtin eraziyên çandiniyê yên li derdora gundê Semdaniya Şerqiye yê Quneytrayê yê başûrê Sûriyeyê, lê tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin zelalkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve nêzî 119 cih li xaka Sûriyeyê hatine hedefgirtin, di encamê de nêzî 13 armancên ji depoyên cebilxaneyan, baregeh, navend û wesayîtan hatin wêrankirin.

SOHR’ê da zanîn ku di van derbeyên navborî de 7 kes hatine kuştin.

(f)