Hiqûqnas Hisên Neiso: Zimanê nefretê li ser aştiyê talûkeyeke mezin e

Hiqûqnasê Hisên Neiso li ser zêdebûna bikaranîna zimanê nefretê li Sûriyeyî hişyarî da û got ev yek li ser aştiyê talûkeyeke mezin e.

Hiqûqnas Hisên Neiso: Zimanê nefretê li ser aştiyê talûkeyeke mezin e
23 hezîran, 2026   05:51
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Li Sûriyeyê hîna zimanê nefretê tê bikaranîn, nêzîkatiyên mezhebperestî derdikevin pêş û dibe sedem ku pirsgirêk di nava sûriyeyiyan de derkevin.

Hiqûqnas Hisên Neiso li ser vê mijarê ji ajansa me re axivî û got civaka Sûriyeyê 14 salan di dîroka xwe ya nû de di pêvajoyên zehmet re derbas bû. Şer û pevçûn qewimîn û parçebuyîn çêbû û di encama wê de bi sed hezaran bûn qurbanî, birîndar û winda bûn, her wiha bi milyonan sûriyeyî neçarî koçberiyê bûn.

Neiso da zanîn ku ev bûyerên li Sûriyeyê qewimîn di civaka Sûriyeyê de birînên giran çêkir, heke hemû pirsgirêk neyên çareserkirin zehmete ev birîn derbas bibin. Her wiha Neiso got bi kar anîna zimanê nefretê, xiyanet, kêmbûyîna çanda diyalokê bû sedema bawerî navbera pêkhateyên civakê de nemîne.

Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin Neiso anî ziman ku divê dest bi diyaloga neteweyî ya berfireh bikin, hemû pêhateyên Sûriyeyê di nava vê diyalogê de bin, bawerî navbera wan de pêşbikeve û bi hev re siberoja Sûriyeyê diyar bikin. Destûrekî demokratîk li ser bingehê hemwelatiya wekhev binîvsînin ku bê cûdahî têxin navbera pêkhateyan garantiya maf û azadiya hemû Sûriyeyiyan bide.

Neiso bang kir komîteyeke neteweyî ya nivîsandina destûr were avakirin, pispor û nûnerên hemû pêkhateyên civakî, çandî û siyasî yên Sûriyeyê tê de hebin, li ser bingehê serxwebûn, dilsozî û şefafiyetê mekanîzmeya dada veguhêz ji nûve ava bikin û li gorî prensîbên edaletê û qanûn berpirsên komkujiyên li Sûriyeyê çêbûne, lêpirsîn û ceza bikin.

Hiqûqnasê Sûriyeyî balkişand ser zimanê nefretê û got ji bo zimanê nefretê neyê bikaranîn, fitne û tûndî çênebe divê qanûn werin derxistin û hesab were xwestin. Nirx bidin pirrengî û jiyana hevbeş, her wiha destek bidin dezgehên ragihandinê yên ser bi xwe ku çanda rêzgirtinê, yekitiya neteweyî û nirxên hemwelatiyê didin pêş.

Hiqûqnas Hisên Neiso di dawiyê de got ji bo aştî û aramî li Sûriyeyê çêbe, ji nû ve were avakirin, adil be û bawerî di navbera sûriyeyiyan de bi pêş bikeve, divê bixebitin û ji bo çareseriyê kedê bidin.

(np)

ANHA