`Pêşbirka navbera Îsraîl û Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê xeter e`

Piştî hilweşandina sîstema Baas Tirkiyeyê û Îsraîl li ser siberoja Sûriyeyê bi hev re di nava pêşbirkê de ne, metirsî hene ku Sûriyeyê bibe qada pevçûnên herêmê lê were kirin.

`Pêşbirka navbera Îsraîl û Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê xeter e`
27 tebax, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Sûriya piştî hilweşandina sîstema Baas dest bi pêvajoyeke nû kir, di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê û Îsraîl li ser siberoja Sûriyeyê bi hev re di nava pêşbirkê de ne. 

Cîgirê Gerînendeya Navenda Ramanê ya kar û barên siyasî Hanî El Cemel ji ANHA`ê re axivî û got: "Tirkiyeyê dixwaze ku Sûriyê dewleteke kontrolkirî û bi bandor be, Îsraîl jî Sûriyeyeke ku jêre nebe tehdîd dixwaze û destûr nade ku hêzên li dijberê wê careke dîtir li Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin û lê bimîn in. Sûriyeyê ne tenê qadeke şerê navxweyî ye, ew bûye qada ku careke dîtir Îsraîl û Tirkiyeyê xwe lê bi hêz bikin û şer navbera wan de dernekeve. Lê Tirkiyeyê û Îsraîl li Sûriyeyê ji carekê zêdetir hatin beramberî hevdû û ev ji bo Sûriyeyê xeter e."

El Cemel destnîşan kir ku Tirkiyeyê dewleteke Sûriyeyê ya navendî û aram ku bikarin pêre bidin û bistînin dixwaze û wiha pê de çû: "Her wiha Tirkiyeyê dixwaze xwe li Sûriyeyê û bi taybet li herêmên bakurê Sûriyeyê bi hêz bike, berjewendiyên xwe yên aborî biparêze û dawî li dosya Kurd bîne. Îsraîl jî naxwaze ku dewleta Sûriyeyê careke dîtir bibe çavkaniya xeteriyê li ser ewlehiya wê û bi taybet piştî ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hebûna Îranê li herêmê lewaz kirin. Îsraîl hewl dide ku hêza Tirkiyeyê li Sûriyeyê sînordar bike."

Ji bo polîtîka Tirkiyeyê li Sûriyeyê El Cemel got: "Tirkiyeyê dixwaze xwe ji aliyê leşkerî û siyasî ve ji nûve li Sûriyeyê bi rêxistin bike. Ew dixwaze vê yekê bi rêya komên Sûriyeyê yên girêdayî wê bike yan jî hêzên leşkerî yên Sûriyeyê zeyîf bike."

Têkildarî rewşa Tirkiyeyê û Îsraîl li Sûriyeyê El Cemel got: "Pêşbirka navbera Tirkiyeyê û Îsraîl li ser Sûriyeyê êdî stratejîk e. Enqere hewl dide ku destek bide rêveberiya Sûriyeyê ya heyî û ji aliyê ewlekarî, stratejîk û leşkerî ve xwedî hêz be. Pêşbirka navbera wan li ser Sûriyeyê xeterî ye, ev pêşbirk dibe ku navbera Tirkiyeyê û Îsraîl be û dibe ku navbera aliyên dîtir çêbe, hinek komên radîkal dikarin têkevin nava pevçûnê de. Peyamên navbera Enqere û Til Evîv destnîşan dikin ku Sûriyeyê dîsa bombebaran bikin û binesaziya wê ya leşkerî biseknîn in. Ev yek dê bibe sedema ku Sûriyeyê nikarbe xwe bi lez ava bike."

El Cemel anî ziman ku Tirkiyeyê dê hewl bide ji hundir ve bandorê li Îsraîl bike wiha lê zêde kir: "Bi rêya dosya Xezayê û ji nûve lêkirinê isbat bike ku Tirkiyeyê nêzî berjewendiyên Îsraîl e, her wiha destekê bide sîstema Sûriyeyê, perwerde bide û derfet bide ku şîrket ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bibin û tev li xebatên lêkirina Sûriyeyê bibin."

Li ser pirsa gelo dê şer navbera Tirkiyeyê û Îsraîl de biqewimê El Cemel wiha bersiv da: "Tirkiyeyê û Îsraîl niha li hemberî hevdû şer nakin lê wê dîsa jî li hevdû bikevin. Ev pêşbirka navbera wan de dê neyînî bandorê li ser Sûriyeyê bike. Hîna saziyên dewletên lewazin û biryar ne navendî ne, dibe ku hewl dide aramî lê çêbe, lê xeterî heye ku Sûriyeyê bibe qada dewletên herêmê li ser xaka wê rewşa xwe bi hev re diyar bikin."

(np)

ANHA