Sergen Sucu: NY di şeran de bazirganiya çekan organîze dike

Ekolojîst Sergen Sucu diyar kir ku NY ew hêz e ku bazirganiya çekan organîze dike û got "Xwezaya Kurdistanê û gelê Kurd li pêş çavê cîhanê têne tunekirin."

Sergen Sucu: NY di şeran de bazirganiya çekan organîze dike
30 mijdar, 2021   03:01
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcê şer tê dîtin jî, dewleta Tirk a dagirker li erdnîgariya Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî didomîne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) 30'ê Mijdarê wek 'Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî' îlan kir. Di 29'ê Nîsana 1997'an de 192 welatan ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî, alîgiriya xwe ji Peymana Çekên Kîmyewî re îlan kir. Ev Peyman tenê li ser kaxizan ma, sûcên nehatin cezakirin, bi bêdengiya xwe bûn hevkarên wan sûcan.

Peymana Çekên Kîmyewî di sala 1993'yan de ji aliyê 187 dewletan ve hat îmzekirin û bikaranîn, pêşvebirin, hilberîn, wergirtin, depokirin û veguhastina çekên kîmyewî qedexe kir. Li gorî peymanê, ji îmhakirina çekên kîmyewî jî dewlet berpirsyar in.

Ji aliyê  gelek sazî û rayedaran ve hate belgekirin ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de li Serêkaniyê û Grê Spî çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar anîne.

Piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir ku ew ê agahiyan li cihê bûyerê lêkolîn bikin, derket holê ku sefîrê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dişli di 17'ê Cotmehê de 30 hezar euro bertîl daye OPCW’yê.

Di daxuyaniyên HPG'ê de jî hat nîşandan ku dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve di êrişên xwe yên li hemberî Başûrê Kurdistanê de zêdetirî 323 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Rayedarên PKK’ê banga lêkolîneke serbixwe li herêmê dike û diyar dike ku bi qestî xwezaya Kurdistanê dikin hedef. Heta niha bersiv ji banga PKK'ê re nehatiye dayîn û pêşî li çûyîna heyetan ji aliyê hikumetên Başûr û Iraqê ve tê girtin.

Ekolojîst Sergen Sucu, bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li hemberî Başûr de û bandora wê ya li ser xweza û jiyana mirovan nirxand.

Sergen Sucu got: "NY, NATO, DMME (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) û hêzên navneteweyî gelek qanûnan bi awayekî dualî pêk tînin. Yekitiya Ewropayê (YE) bi dewleta Tirk re bazirganiya çekan dike. Di çarçoveya Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî de ne tiştekî rast e ku em baweriya xwe bi wan bînin. Hêzên navneteweyî û NY hevkarên van şeran in. Êrişên bi çekên kîmyewî şerên sereke ne. Mirov di van êrişan de tên qetilkirin, û ji aliyê din ve jî xweza tê talankirin. Li herêmên ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn, jiyana heywanan û çandinî ne pêkan e.” 

'BAZIRGANIYA ÇEKAN A DEWLETAN JIYANA MIROVAN TUNE DIKE'

Sergen Sucu diyar kir ku dewletên çekên kîmyewî bi kar tînin, gefê li jiyana sivîlan dixwin û destnîşan kir ku jiyana sivîlan ne xema wan e û wiha axivî: “Stratejiya 'bêmirovhiştinê' bi van êrişan li hemberî qadên sivîlan tê meşandin. Ekolojîst û kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, divê bêhtir formên şênber ên têkoşînê bixin dewrê. Lê belê li cîhanê tu sazî nikare li hemberî van êrişên qirêjî û polîtîkayên şer ên dewletan bi girseyî bisekine. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî komkujiyên artêşa Tirk ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne."

Sergen Sucu diyar kir ku rêveberiya Başûr tenê li pey qezencan e û ji ber vê jî hişt ku hem xweza û hem jî mirovahî were tunekirin û wiha pê de çû: "Hin derdorên Kurd jî li hemberî van êrişên qirkirinê yên li hemberî wan bê deng in."  

'JI BERBELAVBÛNA FIKRA GELÊ KURD DITIRSIN'

Sergen Sucu wiha axivî: "Yên ku ji têkoşîna azadiyê ya Kurd û berbelavbûna wê ditirsin, dema mijar dibe êrişên li ser gelê Kurd, dualî dilîzin. Hêzên navneteweyî dixwazin gelê Kurd bikin qurbaniyê polîtîkayên dewlet-îslamî yên Tirk. Gelê Kurd xwedî perspektîfa rastiyê ye ku bi hemû hêza xwe vê rewşê derbas bike. Dewlet çi qasî çekan bi kar bîne jî gelê Kurd dê têkoşîna hebûnê bidomîne.”

Sucu diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn tê dikoşe û got: "Hêzên global ên ku naxwazin ev têkoşîn geş bibe, ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Îro li Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî, zirarê dide tevahiya zîndewarên cîhanê. Berpirsyariyeke mirovî ye ku her kes li dijî vê yekê dengê xwe derxe."

Sucu destnîşan kir ku NY bazirganiya çekan organîze dike û lewam jî ya ku şeran didomîne NY ye û wiha rave kir: "A rast NY'yê di dema dagirkeriya Efrînê de tenê bi gotina 'em bi fikar in' rê li ber dagirkeriyê vekir. Birêz Ocalan her tim diyar kir ku rêxistinên wekî NY'yê polîtîkayên dualî pêk tînin. Divê bandora NY'yê ya li ser polîtîkayên Kurdan baş bê zanîn. Lewma divê şandeyên serbixwe yên derveyî NY'yê biçin van deveran û li deverên ku dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê didomîne, lêkolînan bikin. Bi heman awayî divê rêxistinên pîşeyî, tendirustî û hemû sazî û dezgeh lêkolînekê bikin û tiştên li wir qewimîne, ji raya giştî ya navneteweyî re ragihînin. Ev êriş êdî ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li tevahiya cîhanê tê kirin.”    

'DEWLETA TIRK HEBÛNA XWE BI KOMKUJIYAN PARASTIYE'

Sergen Sucu bi bîr xist ku êrişên dagirkeriyê bi zîhniyeta cîhadperest li Kurdistanê tên kirin û got: “Dewleta Tirk hebûna xwe bi qirkirinan didomîne. Ji bo gelan yekane rêya pêşîgirtina li van êrişan, berxwedan e. Divê her kes li dijî vê polîtîkaya şer a nerewa ya AKP-MHP'ê de dengê xwe derxe. Sermayedaran razemenî li vî şerî kir. Ew pere jî berîka gelan hatiye dizîn. Îro xizan dibe lê nêzîkatiya kevneşopî ya dewleta Tirk e ku bi çekên kîmyewî komkujiyan pêk tîne. Divê gel şer û êrişan bisekinînin."  

'BÊDENGÎ DÊ RÊ LI BER BERBELAVBÛNA ÊRIŞAN VEKE'

Sergen Sucu îşaret pê kir ku heke li hember êrişan bê deng bimînin, dibe ku ev êriş zêdetir bibin û wiha got: "Bêdengiya li hember êrişên li ser Kurdistanê dê di dema pêş de rê li ber êrişên kîmyewî veke. Bi van êrişan mirov tên qetilkirin û xweza jî bi hilweşîneke nû re rû bi rû dimîne. Ev yek jî krîzeke tenduristiyê ya gel û civakê ye.”

Her wiha Sergen Sucu destnîşan ku divê hemû ekolojîst û zanyarên li cîhanê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Başûr helwesteke cidî nîşan bidin û herî dawî got gelekî girîng e ku heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin.

ANHA