Pisporê yasayî: Serxwebûna parlamentoya Sûriyeyê şert e

Pisporê yasayî û mafê mirovan Elî Iskan got parlamentoya Sûriyeyê çi qasî serbixwe be û xebatên zagonsaz û şopandinê bi rê ve bibe, ew qasî dê bikare xizmeta welatiyan bike.

Pisporê yasayî: Serxwebûna parlamentoya Sûriyeyê şert e
11 hezîran, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Parlamentoyê Sûriyeyê ne diyar e ku kengî li hev bicive. Her wiha li hember mekanîzmaya diyarkirina endamên parlamantoyê bertekên siyasî û qanûnî derketin, tê pirskirin ku ev parlamento çi qasî yasayî ye û dikare nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike. 

Di vê çarçoveyê de parêzer û lêkolînerê kar û barên yasayî û mafên mirovan Elî Iskan ji ajansa me re axivî û got: "Di şert û mercên Sûriyeyê de û tevî parçebûyîna heyî zehmet e ku hilbijartinên azad û demokratîk çêbin. Em dikarin cewherê mekanîzmaya avakirina parlamentoyê rexne bikin. Hilbijartinên ku di vê dema dawiyê de çêbûn ji ber gelek sedeman nûnertiya rewşa Sûriyeyê ya rast û aram bike. Ji ber nûnerên rast ên pêkhateyan di parlamentoyê de nîn in. Mekanîzmaya hilbijartina namzetan şaş bû, kursî bi edalet li ser parêzgehan nehatin belavkirin. Pispor û siyasetmedar hîna nîqaş dikin ku ev parlamento çi qasî rewa ye."

Ji bo mekanîzmaya desteyên hilbijartinê Iskan diyar kir ku nûnertiya gel a pêwîst bi dest neket û got: “Hilbijartina desteyê ya endamên parlamentoyê ne rêbazeke demokratîk e û nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake. Dikarîbûn hejmara desteyên hilbijartinê zêde bikin û ji hemû pêkhateyan cihê xwe tê de bigirin. Bi vî awayî dikarîbûn nûnerên hemû pêkhateyan bixin parlamentoyê.”

Ji bo tayînkirina endamên parlamentoyê ji aliyê serokê hikumeta demkî ve, Iskan got di vê pêvajoya demkî de mekanîzmayeke wisa diyar kirin lê ev mekanîzma rêgeza serxwebûna desthilata zagonsaz ji desthilata rêveber, binpê kir. Her wiha anî ziman ku li şûna derfeteke berfirehtir li pêşiya hilbijartinên parlamentoyê vekin, bi vê mekanîzmayê hilbijartin sînordar kirin.

Têkildarî nûnerên pêkhateyên neteweyî û olî yên hemû parêzgehan Iskan got: "Bi vê mekanîzmaya hilbijartinê re nûnerên hemû pêkhateyên li parêzgehên Sûriyeyê û bi taybet ên Hesekê nehatin hilbijartin. Nûnerên Kurd û Suryan di parlamentoyê de kêm in û kursiyên ji parêzgeha Hesekê re diyar kirine ne li gorî rastiya gel in. Nûnerên Suryan û Ermenan jî kêm bûn û jixwe nûnerên Êzidî di parlamentoyê de nîn in. Pêwîst e vê mijarê careke dîtir li ber çavan derbas bikin. Nabe ku hincetan ji vê mekanîzmayê re diyar bikin, di hemû şert û mercan de dikarîbûn hejmara nûnerên pêkhateyan zêde bikin."

Iskan rexne kir ku çima destûr nedane blok û partiyên siyasî tev li hilbijartinan bibin û got vê yekê bandoreke neyînî li ser mafê beşdarbûna siyasî kir û da zanîn ku mekanîzma hilbijartinê di bin navê şert û mercên pêvajoya demkî hatiye pêkanîn û got divê ev mekanîzma li Sûriyeyê nebe modela jiyana siyasî ya daîmî, bi rewşa awarte ya pêvajoya demkî ve girêdayî bimîne.

Iskan derfeta parlamentoyê ya rêvebirina xebatên zagonsaz nirxand û got heke endamên parlamentoyê yên nûnerên gelê Sûriyeyê ne, berpirsyariya xwe fêm bikin dê bikarin erka xwe pêk bînin. Parlamento dê di aliyê qanûnî de nîqaşan bike û qanûnan derxe. Her wiha dê projeyên desthilata rêveber pêşkêş dike nîqaş bikin û biryara pêkanîna wê bidin. Di heman demê de gelo parlamento dê bikare qanûnan derxe û sererast bike yan jî dê projeyan bêyî ku nîqaş bikin, erê bike. Mafê parlamentoyê heye ku bişopîne, qanûnan sererast bike û erê bike.

Di dawiya gotinên xwe de Iskan wiha got: "Mekanîzmaya namzet û hilbijartina parlamentoyê gelekî kete rojeva gelê Sûriyeyê û ev mafekî wan ê siyasî ye. Hemû sûriyeyiyan xwest pêvajoya demkî bê pevçûn derbas bibe. Lê belê şêweyî hilbijartina parlamento nîqaş kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman. Sûriyeyî heq dikin ku li ser bingehê demokrasiyê parlamento ava bikin, nûnerên hemû ol û pêkhateyan ji Kurd, Suryan û Ereban tev lê bibin, bikarin destûreke mafên hemû sûriyeyiyan biparêze binîvîsin û di pêvajoya nû de aramiya siyasî û qanûnî li welat çêbe.”

(np)

ANHA