Qanûna Çarçove di Rojnameya Fermî de hat weşandin: Niha wê çi gav bê avêtin?

 Qanûna Çarçoveyî bi îmzaya Serokkomar Erdogan di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûnê dê li benda rapora MGKê were sekinandin û piştî raporê qanûn dê têkeve meriyetê. Bi weşandina qanûnê hat eşkere kirin ku Desteya Serokkomariyê hatiye avakirin û di 24’ê mehê de civîna xwe ya yekem li dar bixe.

Qanûna Çarçove di Rojnameya Fermî de hat weşandin: Niha wê çi gav bê avêtin?
19 tebax, 2026   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat erêkirin û bû qanûn. Qanûn di 18’ê tebaa 2026’an de şev saet 00:00’an de bi îmzeya Serokkomar Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Bi weşandina qanûnê di Rojnameya Fermî re pêvajo keta merhaleyeke din. Ji vir şûnde çav li ser dê çekdanîn çawa bibe û pêvajoya fesihkirinê çawa were meşandin û mekanîzmayên ku ji bo pêvajoyê bimeşîne qanûn pêş dîtin dike çawa were avakirin û bê meşandin.

Ji bo sepandina qanûn dê li benda rapora teyîd û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî bê sekinandin û piştî rapora desteya ewlehiyê qanûn dê bikeve meriyetê. Niha di qanûnê de jî ev wekî şertekî li pêşiya ketina meriyetê ya qanûnê ye.

GAVA YEKEM HAT AVÊTİN

Piştî qanûn di Rojnameya Fermî de hat ragihandin Cîgirê Serokkomariyê Cevdet Yilmaz jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Desteyeke ku ji bo sepandina qanûnê di bin banê cîgirê Serokkomariyê de bihata avakirin, hatiye avakirin û da zanîn ku piştî deste hatiye avakirin wezaret û saziyên dê di desteyê de cih bigirin dest bi xebatan kirine.

Her wiha Cevdet Yilmaz ragihand ku ew dê civîna yekem a desteyê di 24ê Tebaxê roja duşemê pêk bînin û di civînê de ji bo sepandina qanûnê dê li gor pêdiviyan di bin komîsyonên bên avakirin, bê nîqaşkirin.

Ev deste dê bi 8 kesan pêk were. Di vê desteyê de Wezîrê Dadê, Karên Navxweyî, Karên Dervê û Parastinê jî cih digirin. Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomar, Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiyê û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî dê di vê desteyê de cih bigire.

Deste dê pêvajoyê bişopîne û hevrêziya navbera saziyan misoger bike. Ew dikare li gorî hewcedariyê komîteyên binî ava bike, sazî û kesên têkildar vexwîne civînan û derbarê pêvajoya bêçekkirin û hilweşandinê de peywirdaran bide.

Tê payîn ku di civîna yekem a Desteyê de prosedur û prensîbên xebata wê û her wiha komîteyên binî yên ku li gorî hewcedariyên pêvajoya bêçekkirin û hilweşandinê werin avakirin, werin nîqaşkirin.

DAXUYANİYA DESTEYA EWLEHÎ DİYARKER E

Qanûna çarçoveyî dê piştî rapora MÎT’ê ku li qadê derbarê teyîd û tespîtê de amadekiriye wê pêşkeşî Desteya Ewlehiyê bike. Desteya Ewlehî jî di çarçoveya vê raporê de wê daxuyanî bide û qanûn bikeve meriyetê ango were sepandin. Ji bo sepandina qanûnê heta niha demek nehatiye diyarkirin. Lê tê payîn ku di navbera 45 roj û 2 meh de wê xebatek were meşandin. Di meha Cotmehê de bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdoxan dê Desteya Ewlehiyê bicive. Tê gotin ku di wê civînê de Desteya Ewlehiyê dê rapora teyîd û tespîtê radestî Serokkomar Erdogan bike û piştî vê raporê di meha Cotmehê de qanûn dê bikeve meriyetê. Ji aliyê çavkaniyên di nava pêvajoyê de ne jî ji bo pratîkirina qanûnê qala meha Cotmehê tê kirin. Heta meha Cotmehê ji bo sepandina qanûnê dê deste bên avakirin û di meha Cotmehê de jî piştî rapora teyîd û tespîtê qanûn dê were sepandin û wê pêvajoya qanûnî destpê bike.

WÊ Lİ PARLAMENTO JÎ DESTEYA ŞOPANDİNÊ WERE AVAKİRİN

Li gor Qanûna Çarçoveyê de wê li Parlamento jî Desteya Şopandinê bi Serokatiya Serokê Parlamentoyê Nûman Kurtuluş û bi beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne bê avakirin û dê şopandina sepandina qanûnê bikin û karibin pêşniyaran jî bikin. Her wiha Desteya Şopandinê ya di serokatiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatiye  avakirin dê tekildarî xebatên sepandina qanûnê her tim Desteya Şopandinê ya Parlamentoyê agahdar bike. Ew deste tê payîn kirin ku wê ji 17 endaman pêk bê. n. Di bin banê vê desteyê de jî tê behs kirin ku hê dê komîsyon bên avakirin û saziyên civakî, rêxistinên sivîl û hewd. jî heke destê daxwaz bike dê bikarin di van komîsyonan de cih bigirin.

TÊ PAYÎN KU RÊBER OCALAN DÊ DI DESTEYA 3’EMÎN DE CIH BIGIRE

Her wiha desteyek jî dê ji aliyê Tevgera Azadiyê bê avakirin û li gor çavkaniyên pêbawer dê Rêber Abdullah Ocalan jî wek Koordînatorê Aştî û Siyasî dê di vê desteyê de cih bigire. Ew deste jî dê bi desteyên dewletê re bi awayekî koordîneyî bixebitê. Dîsa çav li rê ye ku şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan li gor ku karibe pêvajoyê bimeşîne were başkirin û vesazkirin. Bi vî re tê payîn ku di demên pêş de wê Rêber Abdullah Ocalan bi rojnameger û akademîsyenan re hevdîtin bike.

BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE WÊ HEVDÎTIN WERE KIRIN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, çav li rê ye ku di nava van rojan biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Naveroka van hevdîtinan jî dê têkildarî qanûna çarçoveyî be û dê ji niha û şûn vê çi were kirin û avakirina desteyan be. Dîsa çav li rê ye ku ji vir şûnde şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan were başkirin, li gor ku karibe ji pêvajoyê re Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê bike were vesazkirin. Bi vî re tê pêşbinî kirin ku Rêber Abdullah Ocalan di rojên li pêşiya me de wê bi rojnameger û akademîsyenan re hevdîtin bike.

Piştî biryara Desteya Ewlehiyê jî şûnde wê qanûna çarçove ji bo 6 mehan wê bikeve meriyetê û wê serlêdanên takekesî destpê bikin.