Rûspiyê Durzî: Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Siwêda girîng e

Rûspî û çalakvan Fadî Bedriyê anî ziman ku pêdiviya Siwêdayê pê heye ku bi xwe pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û got di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Siwêda girîng e.

Rûspiyê Durzî: Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Siwêda girîng e
17 hezîran, 2026   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa ewlehiyê ya Siwêdayê de rûsipî û çalakvanê Durzî Fadî Bedriyê ji ajansa me re axivî.

Fadî Bedriyê destnîşan kir ku di bûyerên dawiyê yên li parêzgeha Siwêdayê de û di serî de mijara fîrara 3 dîlgirtiyên hikumeta demkî, diyar bû ku pirsgirkên ewlehiyê hene û wiha lê zêde kir: "Ev pirsgirêkên ewlehiyê divê werin çareserkirin. Parêzgeh di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Divê saziyên civakî û gel bi hev re bibin alîkar da ku aramiya li herêmê biparêzin û pirsgirêkên hundirîn dernekevin. Dema ku dîlgirtiyên hikumeta demkî fîrar kir gel li hember vê yekê bertek nîşan da û derket serhildanê. Di serhildanê de xwestin bûyer were lêpirsînkirin û berpirsên vê yekê werin cezakirin. Civak jî were parastin."

Li ser rewşa ewlehiyê ya Siwêdayê Bedriyê got: "Piştî ku bûyer qewimî diyar bû ku pirsgirêkên ewlehiyê hene. Ji aliyên têkildar tê xwestin berî bûyer biqewimê tedbîr bigirin û destûr nedin pirsgirêkên ewlehiyê derbikevin. Divê berpirsên ewlehiyê mekanîzmeyên xwe yên xebata ewlehiyê ber çavan re derbas bikin, bikarbin agahiyan kom bikin û hemû liv û lebata li ser parêzgehê xeterî çêdike, bişopînin. Têkildarî rewşa hinek alî û komên di bin navê ewlehiyê de li Sêwêdayê ne, nakokî hene. Divê civak were parastin, parçebuyîna hundirîn çênebe û fitne dernekeve. Bê belge nabe ku kesek were sûcdarkirin û cezakirin."

Bedriyê anî ziman ku bûyerên li Sûriyeyê çêdibin dibe ku bi qasî pirsgirêkên hundirîn di vê pêvajoyê de bandorê li Siwêdayê nekin û wiha pê de çû: "Hinek alî dixwazin rewşa parêzgehê bi dosyayên herêmî û derve ve bidin girêdan. Lê çavkaniya zehmetiyan pirsgirêkên hundirîn in. Hem nakokiyên herêmî û hem jî aliyên dixwazin bi riya medya dijîtal bandorê li ser raya giştî bikin, dibin sedem ku zehmetî çêbibin."

Têkildarî heman mijarê Bedriyê alîkariya destekdayîna insîyatîf û saziyan rexne kir û got: "Em dixwazin bi rêya kanalên zelal û têne şopandin alîkariya darayî û civakî were kirin û têkevin bin xizmeta berjewendiyên giştî. Hinek alî hewl didin fêde ji pirsgirêkên ewlehiyê bigirin û leşkerî destwerdana Siwêda bikin."

Têkildarî têkiliya bi Şamê re jî wiha peyivî: "Bi rêya navbeynkar û kanalan em bi hikûmeta demkî re didin û distînin. Helwest heye ku rasterast bi hikûmeta demkî re nedin û nestînin."

Bedriyê diyar kir ku kesayetên civakî, olî û civaka Siwêdayê li hev dicivin û rûdanên dawiyê nîqaş dikin û dixwazin pirsgirêkên ewlehiyê çareser bikin. Di civînan de tê gotin pêdivî heye xwediyên ezmûn bi hev re dosyayên civakê û ewlehiyê çareser bikin.

Fadî Bedriyê bang kir ku kesek hev sûcdar neke û zimanê nefretê nedin bikaranîn. Heke nakokî navbera aliyan de hebin bila li hev bicivin û nîqaş bikin da ku yekitiya civakî were parastin û got: "Di pêvajoya li pêş me de yekitiya gelê Siwêdayê girîng e. Bi hev re pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bikin û aramî çêbe.”

(np)

ANHA