Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî banga azadkirina Abdullah Ocalan kir

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî Ehmed Behaedîn Şeban bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqnas û CPT'ê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî banga azadkirina Abdullah Ocalan kir
22 adar, 2021   04:00
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Sekretê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî û Endamê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan Ehmed Behaedîn Şeban diyar kir ku agahiyên der barê rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan ê dîlgirtî de, bala hemû kesên azadîxwazên cîhanê kişandiye û fikar li gel wan çêkirin.

Şeban ji ajansa me re diyar kir ku faşîzima dewleta Tirk bi hemû rengan zilemeke giran li dijî semboleke ji sembolên têkoşîna rizgariya mirovahî li cîhanê demeşîne û rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafên wî yên rewa yên ku di peymanên navneteweyî ji bo girtiyên siyasî, bawerî, sûcdar, kujeran û sûcdarên girêdayî şerefê re de hatine diyarkirin, bê par kir û got: "Heta der barê rewşa tenduristiya rêbertî de jî rastî veşartin da ku cîhan bi xurtî li dijî zordariya wan dernekeve."

Sekretêrê giştî da zanîn ku ev demeke bi hezaran rewşenbîr, siyasetmedar û têkoşberên Ereb însiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan re ava kirin û wiha berdewam kir: " Ez wekî endamê vê însiyatîfê, bi xurtî dengê xwe tev li dengê wê yê bidestxistina mafê rêber Abdullah Ocalan, hevdîtina malbatê, heval û rêhevalên bi wî re dikin, da ku wekî hemû mirovan vegera jiyana xwe ya asayî."

Ehmed Behaedîn Şeban ev yek li gotina xwe zêde kir:"Heta ku ev daxwaza rewa pêk were, em bang li raya giştî, rêxstinên hiqûqnas ên navneteweyî, desteyên hiqûqî yên cîhanê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê û saziyên wekî wan dikin ku ev xalan pêk bînin:

-Rejîma Erdoganî ya faşîst neçar bike ku rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re bicive û rê bide malbatê û xizman ku rewşa tenduristiyê wî nas bikin.

-Li gorî pîvanên navneteweyî parastina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bike û rewşa dawî ya tenduristiya wî ragihîne.

-Li gorî rêbazên rewa tev bigire û hemû pîvanên erênî yên ku ji erka wan e pêk tîne, li dijî Erdoganê sûcdar zexteke navneteweyî çêke, da ku rêber Abdullah Ocalan piştî 22 salan ji dîlgirtina sûcdarî ya ku bêy sûc an jî mentiq pêk hatiye, serbest berde."

Ehmed Behaedîn Şeban ev yek li gotina xwe zêde kir:"Cîhanê li dijî rejîma nijadperest zexteke xurt da meşandin heta ku rêberê mezin Nelson Mandela ji nav pencên wê rizgar kir û niha dem hatiye ku cîhan  erka xwe bi cih bîne û bi vî rengî Ocalan ji nava pencên celadên wî yên faşîst û tihên xwîn û xerabiyê rizgar bike."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî Ehmed Behaedîn Şeban da zanîn ku bêdengiya li hemberî rewşa Abdullah Ocalan û paşguhkirina xebata têkildarî rizgarkirina rêbertî nayê qebûlkirin, sûcdariyeke ku nayê efûkirin.

(eh)

ANHA