​​​​​​​Gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hatin bibîranîn

Gerîlayên di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Şehbayê hatin bibîranîn.

17 cotmeh 2023   16:19

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna gerîlayên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne berê xwe dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê ya kantona Şehbayê.

Di merasîma bîranînê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel Qehreman êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: " Dewleta Tirk a dagirker her tim êrişî qadên Parastinê yên Medyayê dike. Em jî van êrişan şermezar dikin. Em 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, bi bîr tînin. Dema dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk diçe dîreket berê xwe dide Rojava Kurdistanê da ku vîna gelê Kurd bişkîne. Em ê bi berxwedana xwe tevahî dagirkeriyê têk bibin."

Paşê, mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

(zş/bb)

ANHA