​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin

Cîranên Besam Hakim El Hisên ku li gel 28 hevalên xwe di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, diyar kirin ku ew bi têkoşîn û kesayeta xwe bûye pêşengê civakê.

​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin
​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin
​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin
​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin
​​​​​​​Cîranên şehîdê 9’ê Cotmehê behsa wî kirin
18 cotmeh 2023   01:35

Di bombebarana 9`ê Cotmeha 2023’yan ku balafirên dewleta Tirk a dagirker dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna bi Madeyên Hişbirê re ya li Herêma Koçeratê pêk anîbû de 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bibûn, 28 jî birîndar bibûn.  

Besam Hakim El Hisên ê ji pêkhateya Ereb jî yek ji van şehîdan e. Besam ji eşîra Elbûasî ya girêdayî êla El Begara ye.

Sala 1991’an li gundê El Rofa yê girêdayî bajaroka Girbawî ya Qamişlo çavên xwe li dinyayê vekirine. Zewicî bû û du zarokên wî yên bi navê Wesîm (8) û Nûredîn (2) hene.

Di sala 2019’an de tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û demekê li bajaroka Girbawiyê tê erkdarkirin. Piştî demekê jî vesaziya wî ji bo bajarê Qamişlo tê çêkirin û li bendên kontrolê tê erkdarkirin.

Dema êrîşên dagirkeran pêk hatin jî, ew ji bo pêşxistina kar û erka welatê xwe di perwerdeya Akadamiya Hêzên Têkoşîna bi Madeyên Hişbir e de bû.

MIROV Û CÎRANÊN WÎ BEHSA KESAYETA WÎ KIRIN

Cîran û mirovên Şehîd Besam El Hisên têkildarî kesayet û têkoşîna wî ji ANHA’yê re axivîn.

Kurê xezûrê wî Îbrahîm El Meknî da zanîn ku Şehîd Besam ji mirovan pir hez dikir, derfetên wî yên madî zêde nebûn, lê tişta di destê xwe de jî bi derdora xwe re parve dikir.  Îbrahîm El Meknî destnîşan kir ku Ş. Besam her wiha evîndarê xak û doza mirovahiyê bû; ji malbat û civaka xwe re pêşengî kiriye û got: “Bi nasnameya şeref û rûmetê ji nava me bar kir.”

`ŞEHÎD DI DIL DE NE, NAYÊN JIBÎRKIRIN`

Cîrana Şehîd Besam El Hisên a bi navê Emel Emarîn ku kurê wê Ekrem Mehmûd jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û 2015’an di teqîneke li Qamişlo de şehîd bibû, got: “Axaftin têrî pênasekirina kesayeta wî nake. Birîna çûyîna şehîdan di dil de ye, ew nayên jibîrkirin. Ji pêş çavên me çûn, lê ji dilê me dernakevin.”

Heval û cîranê Şehîd Besam El Hisên, Hisên Mehmûd jî têkildarî hevalên xwe yê şehîd wiha axivî: “Di nava civak û malbata xwe de wekî kesayetek xwedî pîvanên exlaqî, rêzdar, xwedî riheke hevkar û cihê emanetê dihat naskirin.”

(a)

ANHA