Dîwanî: Qutkirina ava çemên Firat û Dicleyê sûcekî navneteweyî ye

Azad Dîwanî got qutkirina ava çemên Firat û Dicleyê ji hêla dewleta Tirk ve sûcekî navneteweyî ya birêxistinkirî û sûcekî siyasî ye.

Dîwanî: Qutkirina ava çemên Firat û Dicleyê sûcekî navneteweyî ye
22 adar, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dirêjahiya çemê Firat ji herikîna wê ji Tirkiyê heta bi tevlêbûna li Şet Ereb a li Iraqê ve nêzî 2 hezar û 940 kîlometre ye, jê jî hezar û 176 kîlomtere li Tirkiyê, 610 kîlometre li Sûriyê û hezar 160 kîlometre li Iraqê ye.

Çemê Firatê ji bo herêmên ku ew bi hezaran salan berî hebûna dewleta Tirk û welatên cîranên wê jî, nemaze herêmên li rex qeraxên wê, yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê ye. Lê dewleta a dagirker ji 1998’an ve ava Firatê wek çekekê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne, bi taybet piştî krîza Sûriyê ya 2011’an, her wiha dewleta Tirk dem bi dem ava çemên Firatê û Dicleyê qut dike û bi wê re tevahî peymanên navneteweyî û dualî bin pê dike.

Lê der barê çemê Dicleyê de ku ji çiyayên Torosê yên başûrê rojhilatê Anadolê ya Tirkiyê diherike û di sînorê Sûriyê-Tirkiyê re derbas dibe û bi dirêjahiya 50 kîlmetre derbasî xaka Sûriyê dibe û piştre di gundê Fîşxabûrê re derbasî Iraqê dibe û dirêjahiya wê nêzî hezar û 718 kîlometre ye.

/kr/uploads/files/2021/03/21/213606_a9583e8e-4b75-4233-99ef-c4984adef4b6.webp

Dr. Azad Dîwanî yê taybet bi lêkolînên aştiyê, çareserkirina nakokiyên çekdarî-Lundonê got sûcên dewleta Tirk ji qutkirina ava çemên Firat û Dicleyê sûcekî navneteweyî ya birêxistinkirî ye.

Azadî Dîwanî wiha domand: "Diyar dibe ku sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, jînegehê wêran dike û ava her du çeman ku çavkaniya jiyanê ji şêniyên Sûriyê û Iraqê re ye, didize. Her du çemên Dicle û Firatê çavkaniyê xwezayî yên jiyan û şaristaniya li herêma Mezopotamyayê ye û beriya hebûna dewleta Tirk bi hezar salan e."

Dîwanî da zanîn pêwîst e civaka navneteweyî der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin û wiha got: "Divê civaka navneteweyî li hember qutkirina dewleta Tirk ji ava çemên Firat û Dicleyê re ku çavkaniyên xwezayî yên jiyanê ne, bê deng nemîne."

 ‘DEWLETA TIRK SÛCEKÎ JÎNOSIDÊ LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ PÊK TÎNE’

Azad Dîwanî diyar kir ku her du çemên Dicle û Firatê li gorî qanûna navneteweyî ji çemên navneteweyî ne û wiha got: "Ji ber ku di 3 dewletan re, Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê re derbas dibe, ew çemên navneteweyî ne û her du çem çavkaniya jiyana şêniyên van dewletan e."

Dîwanî eşkere kir ku hewcedariya wesifandina qanûnê ya sûca qutkirina avê ku dewleta Tirk pêk tîne bi lêkolînan heye û wiha dewam kir: "Ev sûcê ku dewleta Tirk pêk tîne, bi awayekî eşkere qanûna navneteweyî bin pê dike. Der barê Sûriyê de jî sûcekî jînosidê ye. Ji ber niyeta dewleta Tirk siyasî ye û armanca wê jî zirarê bigihîne gelê Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser ji Kurd, Ereb û Suryan."

Têkildarî idîayên dewleta Tirk a dagirtina bendavan ji bo dayîna kehrebeyê, Dîwanî destnîşan kir ku tevî idîayên dewleta Tirk ku bendavên wê pir in û mezin in û pêdiviya wê bi kehrebe û avdanê heye, lê pêdiviya dewleta Tirk bi rêjeyekî bilind a avê tune ye û wiha dewam kir: "Di rastiyê de kiryarên dewleta Tirk, sûcekî berdewam a siyasî ye."

Dr.Azad Dîwanî îşaret bi armancên hundirîn û derve yên dewleta Tirk ên li ser qutkirina ava çemê Firatê kir û wiha got: "Ji bo vê sûcê armancên hundirîn ên girêdayî wêrankirina dîrok, şûnwarên gelê urd û demografiya wê ya li Bakurê Kurdistanê heye û armancên wê yên derve jî ew e ku zirarê bi Kurd û pêkhateyên Sûriyê yên li herêma Rêveberiya Xweser bike û şantajî li Iraqê bike."

Der heqê vebijêrkên Rêveberiya Xweser ji aliyên qanûn ve yên têkildarî pêşîlêgirtina dewleta Tirk ji gefên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bikaranîna avê wek çekê li dijî gelan re, Dr. Azad Dîwanî ev nirxand kir: "Li vir divê em îşaret bi Rêveberiya Xweser bikin ku cihê wê yê navneteweyî tune ye ku dewleta Tirk darizîne. Lê belê Rêveberiya Xweser dikare di xwestekên xwe yên li pêş aliyên navneteweyî de berdewam bike. Ji girîngitîn pêngavên ku Rêveberiya Xweser dikare pêk bîne ew e ku komîteyeke lêkolîn û belgekirina kêmbûna rêjeya avê, bandora li ser şênî, jiyana wan, tenduristî, li ser jînegeh û lawiran, ava bike û van belge û nîşaneyan pêşkêşî alî, rêxistinên navneteweyî û parêzvanên jînegehê bike."

Azad Dîwan eşkere kir ku yê ku herî zêde zirar ji sûcên dewleta Tirk di qutkirina ava her du çeman de dîtiye, Iraq e  dê sûcê dewleta Tirk bi xwe re karesatên jînegeh, jiyanî û tenduristî li ser Iraqê bîne û wiha gotina xwe berdewam kir: "Di rastiyê de karesat niha li Iraqê ye, ji ber herêmên çandinî, çêrê û hermên xwedîkirina masiyên yên li başûr û naverasta Iraqê azaran ji ber kêmbûna rêjeya ava her du çeman dikişîne û ji wê zêdetir jî şêniyên li bajar û parêzgehên Iraqê jî azaran dikişînin."

Dîwanî got Rêveberiya Xweser dikare têkiliyan bi hikumeta Iraqê re deyne, da ku odeyeke hevbeş ava bike û giliyan bi rêya hikumeta Iraqê rake.

(fr)

ANHA