Ji xwişka birayekî girtî banga piştgiriya hemleya greva birçîbûnê

Xwişka girtiyekî di girtîgehên Tirkiyê de berxwedana birayê xwe silav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyan bikin.

Ji xwişka birayekî girtî banga piştgiriya hemleya greva birçîbûnê
22 adar, 2021   02:46
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Girtiyên siyasî yên doza Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) û YJAR-STAR hatine girtin, di 27`ê Mijdara 2020`an grevên birçîbûnê di girtîgehên Tirkiyê dan destpêkirin.

Kendal Xelîfe (Ernêsto) yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ye. sala 1992`yan hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Li girtîgeha Sirtê, Entab û Aydenê maye û niha jî di girtîgehekê li herêma Deryayê Reş ê Tirkiyê tê girtin.

Kendal Xelîfe ji şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê ye, 4 caran tevî bi sedan hevalên xwe yên girtî, tev li grevên birçîbûnê bûye. Heta niha berxwedana xwe di girtîgehê de didomîne.

Xwişka wî Cewahêr Xelîfe ji ANHA`yê re axivî û behsa berxwedana birayê xwe kir ku li herêma Dêrikê tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye.

Cewahêr di destpêkê de ev agahî da: “Kendal sala 1988`an tev li xebatên siyasî bû û çû Lîbyayê. Piştre ji wir sala 1991`an çû Lubnanê. Piştî ku di perwerdeyên leşkerî û bîrdozî re derbas bû, berê xwe da Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê. Li herêma Çiravê ya girêdayî Heftanînê birîndar bû.”

Cewahêr wiha domand: “Piştî ku sala 1991`an di encama topbarana dewleta Tirk de birîndar bû, di dirêjahiya 15 salan de têkiliyên me pê re qut bûn. Lê piştre me zanî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin.”

Cewahêr diyar kir ku dadgeha dewleta Tirk cezayê darvekirinê li ser birayê wê biriye, piştre ev ceza sivik kirine û bû cezayê muebed û wiha dewam kir: "Piştre dadgehê ceza daxist 30 salan. Ji 2011`an ve, dema cezaya wî bidawî bûye, lê dewleta Tirk heta niha wî serbest bernadê." 

Cewahêr wiha domand: “Piştî 15 salan, bi rêya hinek hevalên wî me zanî ku di girtîgeha Entabê de ye. Cara yekemîn sala 2009`an me hev du dît. Dema hevdîtinê saetek bû. Di topbarana dewleta Tirk dîl tê girtin, piştre tê dermankirin. Lê dîsa jî heta salekê dewleta Tirk îşkence lê dike.”

Di destpêka 2010`an de Cewahêr berê xwe dide Tirkiyê da ku birayê xwe bibîne, lê desthilata Tirk hevdîtin qedexe kir. Cewahêr girêdayî vê mijarê wiha axivî: “Ji ber destpêkirina bûyeran li Sûriyê û qedexeya derbasbûna ji axa Tirkiyê, desthilata Tirkiyê hevdîtin qedexe kir.”

Cewahêr da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker hevdîtin qedexe kirin û tenê heftê carekê roja çarşemê saet di 8:00`an sibehê de dikarin bi rêya telefonê pê re biaxivin.

Cewahêr di dawiya gotinên xwe de berxwedana girtiyan û çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya çalakiya wan bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lXjrK074eAQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>